Îro li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê şilî û baran e

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran Şilî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rapora rewşa hewayê ya îro eşkere kir.

Li gorî raporê, li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê îro şilî û baran be.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê diyar kir ku dê îro li parêzgehên Sêwaz, Erzingan, Erzirom, Agirî, Erdexan, Xarpêt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê şilî û baran be.

Herwiha li derdora Sêwazê jî dê berf bibare.

Li deverên bilind ên parêzgehên Erzirom, Erzingan, Erdexan, Agirî, Çewlîg, Mûş, Bedlîsê tevî baranê carcar dê şilope bibare.

Pileyên germê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê wiha ne:

  • Erzirom : 4°C
  • Qers: 4°C
  • Meletî: 7°C
  • Wan: 7°C
  • Amed: 5°C
  • Dîlok: 14°C
  • Mêrdîn: 8°C
  • Sêrt: 7°C

Li piraniya parêzgehên rojavayê Tirkiyeyê jî şilî û baran e.

Herwiha li herêmên Derya Reş jî li deverên bilind dê berf bibare.

Li seranserê Tirkiyeyê di pileyên germê de guherîneke zêde nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst