Kurdekî Êzidî dema vegeriya Efrînê ji aliyê çekdaran ve hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şehba Til Rifet Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdekî Êzidî dema xwestiye ji Til Rifetê vegere Efrînê ji aliyê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ve hat kuştin.

Serokê Rêxistina Êzidiyan Elî Îso ji Rûdawê re ragihand ku Kurdekî Êzidî yê bi navê Ehmed Hiso îro dema dixwest ji Til Rifetê vegere Efrînê, çekdarên mixalefeta Sûriyeyê gule li wî reşandin.

Bi gotina Elî Îso di encama gulereşandina çekdaran de Ehme Hiso canê xwe ji dest da.

Herwiha hevjîna wî Herbiye Cindo jî birîndar bûye û ew niha li nexweşxaneyê ye.

Ehmed Hiso ji gundê Qîbarê ye û ji sala 2018an ve koçberî Til Rifetê bûye.

Serokê Rêxistina Êzidiyan her wiha da zanîn ku Kurdên Êzidî yên ku piştî êrişên Tirkiyeyê yên ji Efrînê çûbûn herêma Şehbayê, niha dixwazin vegerin lê rastî kuştin û şkenceyê tên.

"Sedema kuştinê etnîkî û olî ye"

Elî Îso got, “Çekdarên mixalefetê dest ji kuştina Kurdên Êzidî bernadin, wan roja înê jî Kurdekî Êzidî yê bi navê Memduh Bekir Osman kuşt.

Serokê Rêxistina Êzidiyan di wê baweriyê de ye ku sedema kuştina Êzidiyan ji aliyê van çekdaran ve "etnîkî û olî" ye.

Memduh Bekir Osman

Li gorî Serokê Rêxistina Êzidiyan beriya 2018an li Helebê nêzîkî 35 hezar Kurd dijiyan û niha tenê 5 hezar Kurdên Êzidî li parêzgeha Helebê mane ku 2 hezar ji wan hin jî li Efrînê ne.

Piştî dagirkirina Efrînê, Kurdên Êzidî berê xwe da herêmên Şebayê.

Lê piştî şerê li Helebê û ketina wî bajarî hinek ji koçberên Şehbayê vegeriyane Efrînê, hinek jî çûne taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst