Kerkûk: 4 leşkerên Îraqê hatin kuştin: Ketin kemînê

3 demjimêr berê
Nîşan Kerkûk DAIŞ Leşker Îraq Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku li Kerkûkê 4 leşkerên wan hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, ew leşker Geliyê Zixêtûnê yê Kerkûkê ketine kemîna DAIŞê.

Berdevkê Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê Miqdad Mîrî da zanîn ku leşkerên Îraqê derdora saet 10:00an ketine kemîna DAIŞê.

Li gorî agahiyên ku Miqdad Mîrî dane, ew leşker ên hêza îstixbaratê bûne û ji bo teftîşkirina Geliyê Zixêtûnê çûne herêmê lê ketine kemînê.

Miqdad Mîrî ragihand ku di vê kemîna DAIŞê de 4 leşkerên wan mirine û 3 leşker jî bi sivikî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst