AMED - Zarokê 15 salî bavê xwe kuşt!

02-10-2023
Nîşan Amed Zarok Bav Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hezroyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 15 salî bavê xwe kuşt.

Li navçeya Hezroyê zarokekî (İ.G.) 15 salî bavê xwe (T.G.) yê 35 salî kuşt.

Li gorî agahiyan, dema ku bavê wî di xew de bû zarok gule berdaye serê wî.

Tîmên tendirustiyê T.G. rakir nexweşxaneyê lê wî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din, zarokê gumanbar ji cihê bûyerê reviya.

Ekîban, cenazeyê T.G. rakir Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

İ.Gyê ku reviyabû piştî demekê xwe radestî polîsan kir.

Li gorî nûçeya DHAyê zarokê 15 salî di îfadeya xwe de gotiye ku “Bavê min tim li min û dêya min dixist.”

İ.G. herwiha da zanîn ku wî ji ber vê tundûtûjiyê bavê xwe kuştiye.

Li aliyê din, zarok piştî karûbarê îfadedayînê hat girtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst