Li Urmiyeyê demsala berhevkirina sêvan dest pê kir

02-10-2023
RÛDAW
Li Urmiyeyê demsala berhevkirina sêvan dest pê kir
Li Urmiyeyê demsala berhevkirina sêvan dest pê kir
Nîşan Urmiye Komkirina Sêvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ku bi sêvên xwe navdar e demsala berhevkirinê dest pê kir.

Rêveberiya Çandiniyê ya Urmiyeyê diyar kir ku îsal berhemanîna sêvan milyonek û 24 hezar ton e.

Perwêz Salih Mihemedî yê xwediyê baxçeyekî sêvan anî ziman:

“Piştî nimêja sibehê em dest bi berhevkirina sêvan dikin.

Hinek ji me sêvan berhev dikin, hinek dixin sindoqan, em hemû bi karê xwe re mijûl dibin.”

Rêveberiya Çandiniyê ya Urmiyeyê berhema îsal wekî milyonek û 24 hezar ton texmîn dike.

Cotkar îsal ji berhema xwe razî ne lê diyar dikin ji ber ku kêmbûna avê kalîteya sêvên wan kêm bûye.

“Sêvên çiyayî yên Urmiyeyê ji yên Pîranşar û deverên din xweştir in”

Xwediyê baxçeyên sêvan Omer Xaledî li ser daketina kalîteya sêvan got:

“Sêv îsal zêde ne, eger wekî sala borî nebe jî ne kêmtir in lê ji ber kêmbûna avê, kalîteya sêvan ne wek par e.

Li Urmiyeyê sêvên çiyayî ji yên Pîranşar û deverên din xweştir in.”

Zêdebûna nirxê kelûpelên ku di dema berhevkirina sêvan de ji cotkaran re pêwîst in, bûye sedema nerazîbûna cotkarên Urmiyeyê û bandor li karê wan kiriye.

Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 65 hezar hektar zevî ji bo berhemanîna sêvan hatiye terxankirin ku ji xelkê herêmê re dibe derfeta kar.

Rêveberiya Çandiniyê ya Urmiyeyê destnîşan kir ku îsal berhema sêvan baş e û tê pêşbînîkirin ku berhema her hektarê 20 ton be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst