Ava 12 taxên Urmiyeyê hat birîn: Bû sedema nerazîbûnan

02-10-2023
RÛDAW
Ava 12 taxên Urmiyeyê hat birîn
Ava 12 taxên Urmiyeyê hat birîn
Nîşan Urmiye Av Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birîn an jî kêmbûna avê li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê bûye pirsgirêkeke ku bi berdewamî heye.

Şêniyekî ji Urmiyeyê li ser pirsgirêka avê anî ziman:

“Li taxa Îsarê doh ji demjimêr 08:00an ve av qut bûye. Berpirsan em agahdar nekirin ku dê av bê qutkirin.

Ti berpirs nehatiye ku rewşa me bibîne û tankerên avê jî nehatine, gel bi kulbikan avê tîne.”

Di rojên dawî de ava 3 hezar malan ango herî kêm 12 taxan hat birîn.

Sedem jî wekî şikestina boriyeke sereke ya avê hatiye diyarkirin ku berî du hefteyan jî pirsgirêkeke bi heman awayî rû da.

“Me şebekeya veguhastina avê xist rojevê”

Berpirsê Avê Seîd Kamyab Fer li ser mijarê got:

“Rêvebiriya Av û Kanalîzasyonê dema ku gotin av kêm dibe daxwazên gel bi cih anî.

Ji ber vê yekê me sererastkirina şebekeya veguhastina ava vexwarinê xistiye rojevê.”

Sedemeke kêmbûna avê qutbûna elektrîkê ye ku nahêle av biherike nav avahiyên bilind û dibe sedema pirsgirêkan.

Berpirsên Wezareta Elektrîkê diyar kir ku ew bi şev pirsgirêkên elektirîkê çareser dikin lewma elektrîk tê qutkirin.

Berdevkê Rêveberiya Pîşesaziya Avê ya Îranê Haşim Emînî destnîşan kir ku guherîna avhewayê û kêmbûna baranê bûne sedema nehevsengiya çavkaniyên avê ku ji ber wê li 269 bajarên Îranê pirsgirêka avê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst