Li dawetê 113 kes mirin: Xizmên wan encamên lêkolînê qebûl nakin

02-10-2023
Nayîf Remezan
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Şewata Hemdaniyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên lêkolîna hola dawetê ya Heysemê ya hatin ragihandin. Li gorî lejneya lêkolînê fîşekên agirî sedema serekeya vê karesatê bûn.

Xizmên qurbaniyan bi hemû rengan encamên lêkolînê red dikin.

Dayika Necwan ku di şewatê de 17 xizmên xwe ji dest dane hatiye cihê bûyerê. Rondik xwe di çavên wê de nagirin.

Şeva ahengê Necwan jî hatibû vexwendin lê ji ber karekî taybet nikaribû di şahiya dawetê de amade bibe.

“Fîşekên hewayî qet ne sedem bûn”

Dayika Necwanê diyar kir ku ew bawer nake sedema bûyerê fîşekên agirî bin û wiha pê de çû:

“Fîşekên hewayî qet ne sedem bûn lê sedem li qata jorê bû, ji ber ku diyar e li qata jorê gaz derketiye û tiştek li ser tiştek nehiştiye.

Agirê fîşekan eger destê xwe deyne ser wan jî naşewite, loma ev qet ne rast e.”

Xizmê qurbaniyan Nemîr Ebdulla jî got “Ev encam ne rast in ji ber ku em ne bawer in ku fîşekên hewayî bibe sedema bûyerek wiha”

Piştî ragihandina encamên lêkolînan dengê nerazîbûnan li Hemdaniyeyê bilind bû.

Xizmên qurbaniyan bi mirovên olî re bûne yek û hemûyan hişyarî da hûkûmetê ku eger di nav 24 demjimêran encamê di ber çavan re derbas nekin dê dest bi grevê bikin.

“Kurê min çû êdî tiştekî ku ez ji dest bidim nema”

Metranê Giştî yê Dêrên Katolîk ên Suryaniyan ên li Mûsilê Benedictus Younan Heno li ser encamên lêkolînê daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Ey hukumeta me ya delal, em lîstikan nalîzîn. Min kurê xwe ji dest da.

Ez bav im, kurê min çû êdî tiştekî ku ez ji dest bidim nema. Ji kurê min hêjatir tiştekî din tine.

Ji ber vê yekê yan divê mafên kurê min vegerînin yan jî ev yek nayê wê wateye ku ez dê dev jê berdim.

Mesele qediya û nameya min gihiştiye hikûmetê.”

“Dezgehên hikûmeyê ji aliyê partiyên siyasî û çekdaran ve tê birêvebirin”

Metran Heno li ser qeymeqamê Hemdaniyeyê jî diyar kir ku bûyer ji desthilata wî mezintir bûye û wiha anî ziman:

“Kî nîvê dezgehên me yên hikûmetê birêve dibe? Ew ji aliyê partiyên siyasî û çekdaran ve tê birêvebirin.

Ji ber vê yekê nabe divê em bêdeng bimînin û vî rêvebirê belengaz ku hêz û şiyana wî tune sûcdar nekin.

Dê sibê milîsekî din ji min re bînin, sibe ewê ji min re xerabekî din bînin.

Ma min çi qezenc kir eger dawî li serê mezin neynin.”

Li gorî amarên lijneya lêkolînê di dema şewata Hemdaniyeyê de 792 kes di hola dawetê de bûne.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de 107 kesan canê xwe ji dest dabû, bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Rêvebiriya Tenduristiyê ya Nînowayê ragihand ku hejmara miriyan bûye 113.

Rêveberiyê ragihand ku wan 12 birîndar ji bo tedawiyê şandine derveyî Îraqê û ji bo şandina 8 birîndaran jî amadehiyan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst