Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Endamê Şandeya Îmraliyê Mithat Sancar li Amedê bi nûnerên partiyên siyasî û saziyên Kurdan re civiyan.
Bakirhan di civînê de axivî û destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan de divê helwesteke hevpar were bipêşxistin.
Bakirhan got, "Di pêvajoyeke ku Kurd tên axaftin de pêwîstî bi aqil, gotin û nêzîkbûneke hevpar heye."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Endamê Şandeya Îmraliyê Mithat Sancar hevdîtin bi nûnerên Kurd re kirin.
Hevserokên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç beşdarî civînê bûn.
Her wiha nûnerên hinek partiyên Kurdan, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kesên din jî beşdar bûn.
Bakirhan axaftina destpêkê ya civînê kir û diyar kir ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû çêdibin û Kurd di navenda vê pêvajoyê de cih digirin.
Bakirhan destnîşan kir ku nîqaşkirina Pirsgirêka Kurdan a li ser zemîneke hiqûqî û siyasî li Parlamentoya Tirkiyeyê girîng e.
Wî anî zimên ku divê partiyên siyasî û saziyên Kurdan bi hev re piştgiriyê bidin pêvajoyê.
“Pirsgirêka Kurdan cara ewil li ser zemîneke hiqûqî û siyasî tê nîqaşkirin”
Bakirhan qala rewşa Rojhilata Navîn kir.
Wî da zanîn ku hîn hevsengî bi temamî çênebûne.
Wî diyar kir ku pirsgirêkên li ser Îranê çareser nebûne û peymana li Rojavayê Kurdistanê jî li ser zemîneke zelal rûneniştiye.
Bakirhan bal kişand ser serdema ku paşeroja Kurdan tê nîqaşkirin û anî zimên ku derxistina pêş a nêrînên partiyên siyasî û saziyên Kurdan gelekî girîng e.
Bakirhan destnîşan kir ku divê aktorên siyasî yên Kurd nêzîkbûneke hevpar bi pêş bixin ku her çi qasî nêrînên wan ên siyasî û îdeolojîk cuda bin jî ev yek pêwîst e.
Wî li ser vê mijarê wiha axivî:
“Meseleyeke sedsalî cara yekem li ser zemîna Parlamentoyê tê nîqaşkirin. Ev zemîneke hiqûqî ye û em girîngiyê didinê.
Gelo têrker e, jidil e, yan na? Em dê van nîqaşan bi hev re bi rê ve bibin. Lê belê Pirsgirêka Kurdan cara yekem li ser zemîneke hiqûqî û siyasî tê nîqaşkirin.
Di pêvajoyeke ku em li Parlamentoyê tên axaftin de, nabe ku em belawela bin.”
Bakirhan destnîşan kir ku nabe pêvajo tenê di navbera partiyeke siyasî û dewlet û desthilatê de were dîtin.
Wî bangî partiyên siyasî û saziyên Kurdan kir ku rexne û pêşniyarên xwe bikin yek.
“Dema axaftina maf û azadiyên demokratîk ên Kurdan e”
Bakirhan destnîşan kir ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye.
Wî diyar kir ku di serdema nû de divê li Parlamentoyê muzakere were kirin û xwest ku mafên bingehîn ên Kurdan werin rojevê.
Bakirhan da xuyandin ku azadiya zimanê zikmakî û demokrasiya cihî divê bikevin rojevê.
Her wiha wî xwest ku ew rêziknameyên qanûnî yên ku mafên Kurdan sînordar dikin werin guhertin û got:
“Niha li Parlamentoyê dema muzakereyê ye. Dema wê ye ku Parlamento hinek yasayan derxe. Dema axaftina maf û azadiyên demokratîk ên Kurdan e.
Eger em ê di qonaxa duyem de qala zimanê xwe û demokrasiya cihî bikin, divê tevkariya me hemûyan hebe.
Em dê qala guhertina yasayên yekperest, nijadperest û înkarker bikin. Divê em hemû di vî warî de berpirsyariyê bigirin ser milên xwe.”
Bakirhan anî zimên ku partiyên siyasî û pêkhateyên Kurdan dikarin li ser daxwazên hevpar bicivin.
Wî da zanîn ku daxwazên qonaxa duyem ne tenê yên DEM Partiyê ne.
Wî diyar kir ku ev daxwaz dikarin wekî daxwazên hemû Kurdan bibin yek.
Wêneyê li Hewlêrê
Bakirhan qala Foruma MERIyê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî kir.
Wî da zanîn ku aktorên cuda yên siyasî yên Rojhilata Navîn beşdarî konferansê bûne.
Bakirhan anî zimên ku partiyên siyasî yên Kurdan di forumê de wêneyeke hevpar daye.
Bi gotina Bakirhan wî wêneyî di nav gel de dengekî erênî daye.
Wî destnîşan kir ku divê hevdîtinên wiha zêde bibin û got:
“Berpirsyariyeke me heye ku em wêne, hevdîtin û hewldanên wiha zêde bikin. Gelê me bi van tiştan kêfxweş dibe.
Wêneyek têrê nake. Pêwîst e em mil bi mil bin û em bêtir li cem hev bin. Divê em li qadê dîplomasî, siyaset û pratîka vê yekê bi hev re ava bikin.”
“Divê şert û mercên jiyan û ragihandinê yên Ocalan werin başkirin”
Bakirhan diyar kir ku leza pêvajoya aştî û çareseriyê kêm bûye.
Wî anî zimên ku divê dewlet gavên berbiçav biavêje da ku pêvajo bi pêş ve biçe.
Bakirhan destnîşan kir ku divê şert û mercên jiyan, ragihandin û xebatê yên Abdullah Ocalan werin başkirin.
Wî xwest ku astengiyên li pêşiya hevdîtina nûnerên partiyên siyasî û saziyên Kurdan a bi Ocalan re werin rakirin.
“Ji bo Demîrtaş û Yuksekdagê biryara DMMEyê heye”
Bakirhan her wiha diyar kir ku divê hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bên berdan.
Wî anî zimên ku divê hevşaredarên li şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin vegerin ser karê xwe.
“Divê yekîtiya me wekî Pira Dehderî be”
Bakirhan hewcedariya yekîtiya navbera partiyên siyasî yên Kurd bi mînaka Pira Dehderî ya li Amedê vegot.
Wî anî zimên ku dibe nêrînên partiyan cuda bin lê ew dikarin li ser daxwazên hevpar bi hev re tevbigerin.
Bakirhan destnîşan kir ku tevgera hevpar a partiyên siyasî û saziyên Kurdan dê piştgiriyê bide pêvajoyê.
Wî spasiya beşdarên civînê kir û piştî axaftina Bakirhan civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.


