Li Wanê 15 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê ji 23 gumanbarên bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatibûn desteserkirin, 15 ji wan hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek li ser girtina 15 kesan belav kir.

Li gor daxuyaniya ku hatiye belavkirin, li tevahiya bajêr operasyonên li dijî kesên “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovî” dikin û herwiha koçberên neyasayî berdewam in.

Ji 1 heta 31ê Tebaxê di 14 operasyonan de 23 kes bi tohmeta ku qeçaxçîtiya koçberan dikin hatibûn desteserkirin.

Operasyon ji aliyê tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan ve hatibû kirin.

Piştî ku karûbarên wan ên yasayî li Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê bi dawî bû, 23 gumanbar şandin dadgehê.

Bi biryara dadgehê ji 15 gumanbarên ku hatin girtin û 8 ji bi mercê kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst