Sûdanî bi Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re rewşa Kerkûkê gotûbêj kir

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Xwepêşandan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re rewşa Kerkûkê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îşev piştî aloziyên li Kerkûkê di pêwendiyeke telefonî de rewşa ewlehiya Kerkûka Başûrê Kurdistanê gotûbêj kir.

Her du aliyan, tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e tedbîrên bilez ji bo parastina ewlehî û aramiya Kerkûkê bên girtin.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî herwiha got ku divê rê li ber her hewleke ji bo têkdana pêkvejiyan û ewlehiya bajêr û welatiyan bê girtin.

Her du aliyan, herwiha tekez kir ku pêwîst e hêzên ewlehiyê bê cudahî, ewlehî û aramiya hemû pêkhateyên Kerkûkê biparêzin û rê li ber derketina aloziyên zêdetir bigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê herî dawî got, divê kesên ku gule berdane xwepêşanderan bên darizandin.

“Divê yasa bêne cîbicîkirin”

Li aliyê din, Serok Barzanî û Sûdanî jî pêşhatên dawiyê yên rewşa ewlehiya Kerkûkê gotûbêj kir.

Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê ragihand ku Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina hewlên ji bo rêgirtina li têkdana ewlehî û aramiya Kerkûkê kir.

Her du aliyan got ku pêwîst e yasa bê cîbicîkirin daku aramî û jiyana asayî ya xelkê parêzgehê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst