Mesrûr Barzanî: Em şehîdkirin û birîndarkirina Kurdan şermezar dikin

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Xwepêşandan Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tundûtûjiiya li Kerkûkê ya li hemberî welatiyên Kurd şermezar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:

“Em bi tundî karên têkder ên li dijî demokrasî û pêkvejiyana aştiyane ya li Kerkûkê şermezar dikin.

Em şehîdkirin û birîndarkirina welatiyên Kurd ên ku ji aliyê şovenîstan ve êrîş li wan hatine kirin, şermezar dikin.”

Mesrûr Barzanî herwiha ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwest ku bilez vê rewşê kontrol bike û got:

“Canê welatiyan û xwepêşanderan biparêze û êdî rê nede kesên bê berpirsiyar rewşê aloztir bikin.”

Serokwezîr Herêma Kurdistanê herwiha bang li Kudan kir:

“Di heman demê de ez bangî welatiyên me yên Kurd ên zilm li wan bûye dikim ku xwe bigirin û xwe ji karvedanên tundûjiiyê dûr bixin.

Herwiha bangî welatiyên Ereb û Tirkmen ên Kerkûkê yên resen jî dikim ku rê nedin kesên biyanî aramî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyan de têk bidin.”

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên PDKyê ji roja 28ê Tebaxê  ve, li Kerkûkê rêya Kerkûk-Hewlêrê girtiye.

Kurdên li Kerkûkê li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist û nerazîbûna xwe nîşan da.

Di xwepêşandanên Kurdan de ciwanê bi navê Hawkar Ebdullah ê 35 salî, bi guleya ku li dilê wî ketiye şehîd bû.

Herwiha  8 kesên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst