KERKÛK - Berî şehîdbûna xwe ji Rûdawê re: Kerkûk Kurdistan e

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Xwepêşandan Hawkar Ebdullah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê Kurd ê Kerkûkî Hawkar Ebdullah danê êvarê di dema xwepêşandanan de berî şehîdbûna xwe ji Rûdawê re axivî: "Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye."

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibiyê li dijî radestkirina baregehên PDKyê ji roja 28ê Tebaxê ve, li Kerkûkê rêya Kerkûk-Hewlêrê girtiye.

Li wî bajarê Başûrê Kurdistanê Kurdan li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist û nerazîbûna xwe nîşan da.

Di xwepêşandanên Kurdan de ciwanê bi navê Hawkar Ebdullah ê 35 salî, bi guleya ku li dilê wî ketiye şehîd bû.

Herwiha 8 kesên din jî birîndar bûn.

Pismamê Hawkar Ebdullah ê bi navê Ehmed Ferhad ji Rûdawê re got, Hawkar sala 1985an li Kerkûkê ji dayik bûye û 4 zarokên wî hene.

Ehmed Ferhad da zanîn ku cenazeyê pismamê wî dê li goristana Rehîmawayê were veşartin. 

Hawkar Ebdullah berî şehîdbûna xwe ji Rûdawê re axivî:

“Ez wek kesekî Kurd hatime vir, ne ji bo parastina PDK û YNKyê.  Ez ji bo wê yekê hatime ku me helwestek hebe.

Ez bang li serokên Kurdan dikim:

Divê birêz Şaxewan Ebdullah, Aso Mihemed banga aramkirina rewşê bikin. Eger wiha berdewam bike dê şerê etnîkî rû bide.

Ji hemû cîhanê re hate îspatkirin ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye. Tirkmen û Ereb Kerkûkê têk dide.

Kerkûk bajarê Kurdistanê ye û Kurd hewl didin aramiyê biparêzin lê ew dixwazin rewşê xera bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst