Li Kerkûkê qedexeya çûnûhatinê hat ragihand

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Kurd Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê polîsan piştî destpêkirina xwepêşandana Kurdan, qedexeya çûnûhatina nav bajêr ragihand.

Kurd li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanekê li dar dixin.

Xwepêşander diyar dikin ku heta çekdarên Heşdî Şeibî û alîgirên wê rê venekin, ew dê di xwepêşandanan de berdewam bin.

Çend hamerên hêzên artêşa Îraqê çûne cihê xwepêşandanê.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku leşkerên artêşa Îraqê berê çekên xwe dane xwepêşanderên Kurd.

Çend xwepêşanderên Kurd bi guleyên hêzên artêşa Iraqê birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.

Li aliyê din, polîsê Kerkûkê jî qedexeya çûnûhatina nav bajêr ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst