Aldar Xelîl: Bila ENKS ofîsên xwe veke

02-09-2019
RÛDAW
Nîşan Aldar Xelîl TEV-DEM ENKS Muhsin Tahir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl daxwazê ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dike ku ofîsên xwe veke û çalakiyên xwe bike.

Di rojnameyeke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk de  Aldar Xelîl dibêje ku nakokiyên aliyên siyasî ne ewqas mezin in wekî ku tên nîşandan û ev nakokî bandorê li ser helwesta niştimanî nakin dema ku armanc xizmetkirina gel be.

Aldar Xelîl got ew nizane çima ENKS ofîsên xwe venake û çalakiyên xwe nake bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweser biryar da ku ofîs bên vekirin û karê siyasî bê kirin.

Xelîl herwiha anî ziman ti astengî li pêş ENKS tune ye û pêwîstiya vê qonaxê bi her xebateke niştimanî û berpirsyar heye.

PDK-S: Divê girtiyên siyasî bêne berdan

Endamê Polîburoya Partirya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Muhsin Tahir ji Rûdawê re ragihand, ku berî çareserkirina pirsa vekirina ofîsên wan, divê girtiyên siyasî bêne berdan û eşkere kir, ku berdana girtiyan yek ji gavên çêkirina baweriyê ne.

Muhsin Tahir got lihev hatina wan û PYD divê di bin çavdêriya aliyekî navdewletî be, ji ber ku bi gotina wî, berê jî 2 caran lihevkirin çêbû, lê herdu caran jî hate hilweşandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst