PSK: Divê Neteweyên Yekbûyî 3yê Tebaxê wekî Komkujiya Êzidiyan bipejirîne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PSK Kurdên Êzidî Komkujiya Şingalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji bo salvegera Komkujiya Şingalê peyamek belav kir û got, “Em bangî Hikumeta Îraqê û Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî û demokratik ên Kurdistanî dikin ku hewl bidin Neteweyên Yekbûyî 3ê Tebaxê wekî roja Komkujiya Êzidî bipejirîne.”

Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrişî ser navçeya Şingalê ya Mûsilê ku Kurdên Êzidî lê dijîn kir û di encamê de bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kir, zêdetirî 6 hezar kes jî ku piraniya wan jin û zarok bûn revand.

Kurdên Êzidî 10 sal berî niha ji aliyê DAIŞê ve rastî komkujieke mezin hatin.

Her sal 3ê Tebaxê Kurdên Êzidî ku bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin, bi merasîman tên bibîranîn.

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2019an de roja 3ê Tebaxê wekî “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi minasebeta 10emîn salvegera Komkujiya Şigalê peyamek belav kir û got:

“Şinqal hê jî birîndar e

Di 10emîn selvegera komkujiya Şingalê de careke din li ber hizûra xwişk û birayên xwe Êzidî yên qurbanên Komkujiya Şengalê qirnoş dibin.

Ji bona, ku birîna Şengalê sarij be, careke din em bang li Hikumeta Îraqê û Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî û demokratik ên Kurdistanî dikin ku hewl bidin da ku Neteweyên Yekbûyî 3ê Tebaxê wekî roja Komkujiya Êzidî bipejirîne û rabigihine.

Her wisa em daxwaz dikin ku Neteweyên Yekbûyî, saziyên mirovdost ên navneteweyî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hev re, ji bona azadkirina Êzidiyên ku destê DAIŞê de dîl in, pirtir hewl bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst