Li Duhokê jinekê hevjînê xwe yê berê kuşt

02-06-2023
Huner Reşîd
Nîşan Duhok Kuştin
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Îro li Duhokê jineke 23 salî bi kêrê hevjînê xwe yê berê yê 34 salî kuşt.

Li gor zanyariyan, di navbera wan herdu kesan de ku ew demek bû ji hev cuda bûbûn, nîqaş derket û jinê bi kêrê hevjînê xwe yê berê kuştiye. Polîsê Duhokê jî dibêje, ew demek bûye ku ew du hevjîn ji hev cuda bûbûn.

Berdevkê Polîsê Duhokê, Hêmin Silêman derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, jineke 23 salî ku bi eslê xwe Ereb e, hevjînê xwe yê berê yê 34 salî bi kêrê kuştiye, paşê jî xwe radestî hêzên polîs kiriye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, ew jin di klubeke şevan de li Duhokê dixebite û hevjînê wê jî ku navê wî M.S.S û bi esil Krîstiyan hatiye ragihandin, di heman klubê de pasevan e.

Bûyer îro Înê di demjimêr 05:00an de çêbûye. Berdevkê Polîsê Duhokê dibêje, derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hêmin Silêman diyar kir, tohmetbar hatiye desteserkirin û niha lêpirsîn pê re tê kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê ragihand, wê jinê kêr li ser dilê hevjînê xwe yê berê daye û berî ku wî bigihînin nexweşxaneyê, canê xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst