Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku yek ji kesên di êrîşa Tirkiyê ya bo ser navçeya Çemçemal a Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest da yek, Fermandarekî HPGê yê bi navê Mehmet Dogan û bi nasnavê “Dilxaz Gabar” e.
Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, ajansa Anadoluyê îro ragihand ku di operasyona MÎTê ya li sînorê qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê de, Berpirsê HPGê yê Kerkûkê Mehmet Dogan ê bi navê kod "Dilxaz Gabar" jiyana xwe ji dest daye.
Têkildarî mijarê heta niha PKKê ti daxuyanî nedaye.
Dronên Tirkiyê roja 21ê Gulanê otomobîlek li nahyeya Axceler a ser bi qezaya Çemçemalê bombebaran kiribûn.
Rêveberê Nahyeya Axcelerê, Hêmin Behcet ji Rûdawê re gotibû, di encama bombebaranê de, 5 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest dane.
Hêmin Behcet herwiha diayr kiribû, 3 ji kesên di êrîşê de canê xwe ji dest dane, gerîlayên PKKê û 2 kesên din jî sivîl û ji welatiyên deverê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse