Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand ku ew êrişên bêsedem ên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku domandina van êrişan aramiya hemû herêmê têk dide.
Êrişên li ser Silêmanî û Hewlêrê
Çend roj in li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê gelek êriş tên kirin.
Li sînorê Silêmaniyê êrişî baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê hat kirin.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand ku 9 Pêşmergeyên wan şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Birêvebiriya Dijî Terorê ya Kurdistanê jî eşkere kir ku berê sibehê 8 dron li asmanê Hewlêrê ji aliyê Hevpeymanan (Koalîsyon) ve hatine têkbirin.
Banga ji bo Îraqê û civaka navneteweyî
Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:
"Em bangî Komara Îslamî ya Îranê dikin ku dawiyê li van êrişan bîne. Her wiha em ji hikûmeta Îraqê ya federal û civaka navneteweyî jî dixwazin ku sînorekî ji bo van binpêkirinan deynin."
Amarên êrişên 5 mehên dawî
Li gorî şopandina Rûdawê, ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de (28ê Sibatê) heta îro, 904 dron û mûşek berdane Herêma Kurdistanê.
Di encama van êrişan de 30 kes şehîd ketine û 138 kes jî birîndar bûne.
Amarên êrişan ên li gorî parêzgehan bi vî awayî ne:
Hewlêr: 617 êriş
Silêmanî: 254 êriş
Dihok: 31 êriş
Helebce: 2 êriş



