AMÊDÎ - Şereke dijwar di navbera hêzên Tirkiyeyê û PKKyê de derket

02-04-2025
RÛDAW
Devera  Amêdiyê / Wêne: Ji dîmenan
Devera Amêdiyê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Amêdî Şer Tirkiye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li devera Nehêliyê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê şerekî dijwar di navbera hêzên Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de rû da.

Şahidekî ji Rûdawê re ragihand ku hêzên artêşa Tirkiyeyê dever bi çekên giran bombebaran kiriye.

Li gorî çend vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, li nêzîkî gundên Belavê, Guherzê, Berçê, Sergelê û Sigêrê yên nahiyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê şerekî dijwar rû da.

Niştcihê Gundê Belavê yê Nehêliyê Fayeq Belaveyî ji Rûdawê re ragihand ku şer di kêmtirî kîlometreyekê de ji gundê wan rû daye.

Fayeq Belaveyî amaje bi wê yekê jî kir ku di bombebaranê de çekên giran hatine bikaranîn û got, "Bombebaran pir dijwar bû."

Li gorî gotina wî, ew li gundê xwe asê mane û ji ber êrişên Tirkiyeyê nikarin 100 metreyan jî dûr bikevin.

Belaveyî her wiha diyar kir ku berdewam şer li nêzîkî gundê wan heye ku jiyan zehmet kiriye û got:

“Êdî jiyan nemaye, gundên me ber bi valabûnê ve diçin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst