Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 9 şervanên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 9 şervanên ku li deverên cuda û di dîrokên cuda de canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê şervanan di navbera Çiriya Paşîn a 2024an û Kanûna Paşîn a 2025an de li canê xwe ji dest daye.
HSDyê sersaxî ji malbatên şervanên re xwest û got:
"Sonda me tohildan e. Em dê têkoşînê berdewam bikin heya xeyal û hêviyên wan ên welatekî aram û aştiyne bêyî terorî û dagirker bi cih bînin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 9 şervanan wiha ne:
Şengal Hesekê (Ehmed El Sultan) li Hisîçayê ji dayîk bûye û 19ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Til Temirê canê xwe ji dest daye.
Goran Amûdê (Ehmed El Îsa) li Amûdî ji dayîk bûye û 30ê Kanûna Paşîn a 2025an li Zirganê canê xwe ji dest daye.
Zinar Hesekê (Ehmed Xidir) li Hisîçayê ji dayîk bûye û 17ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Dêr Haifê canê xwe ji dest daye.
Gurêboz (Ehmed El Seyah) li Reqayê ji dayîk bûye û 12ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Kobaniyê canê xwe ji dest daye.
Esmer Erîşe (Hebîb El Omer) li Erîşeyê ji dayîk bûye û 17ê Kanûna Paşîn a 2024an li Dêr Hafirê canê xwe ji dest daye.
Jiyan (Hemûd El Teyawî) li Reqayê ji dayîk bûyer û 30ê Kanûna Paşîn a 2025an li gundê Zîbanê yê Reqayê canê xwe ji dest daye.
Murad Qamişlo (Ebdulhemîd El Diyab) li Qamişloyê ji dayîk bûye û 11ê Kanûna Pêşîn a 2024an li gundê Tertebê canê xwe ji dest daye.
Botan Serêkaniyê (Ebdulezîz Eyûb) li Serê Kaniyê ji dayîk bûye 30ê Kanûna Paşîn a 2025an li Zirganê canê xwe ji dest daye.
Aram Hesekê (Ehmed El Selûm) li Hisîçayê ji dayîk bûye û 30ê Kanûna Paşîn a 2025an li Zirganê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse