Qamişlo (Rûdaw) - Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê derbarê hebûna herdu hêzên rûsî û amerîkî li Rojavayê Kurdistanê de dibêjin, pêwîste hevsengî di navbera wan de çê bibe.
Girîngtirîn pêşhat ji bo hikumeta Sûriyê, di sala derbasbûyî de , berfirehbûna navçeyên di bin kontirola wê bû li Rojavayê Kurdistanê.
Tevî ku Rûsya jî yekemîn pêgeha xwe li Rojavayê Kurdistanê ava dike û di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê navbeynkariyê dike, lê heta niha ti rêkevtin li ser çarenivîsa deverê nehatiye encam dan.
Partiyên di nava Rêveberiya Xweser de jî dibêjin Rûsya aliyên li ser rûyî erdê, li ber çavan digire.
Nesredîn Ibrahîm, Endamê Serkirdayetiya Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) dibêje, “Divê hevsengiyek çê bibe di nava aliyên peywendîdar, bi taybet Rûsya û Amerîka, lewma çareser, dawîn dê li ser bingeha 2254 be, berjewendiyên wan jî wê parastî be û aliyên deverê jî wê li ber çavan bên girtin.”
Niha li Rojavayê Kurdistanê li gel 300 serbazan, 5 binke û hejmareke xalên serbazî yên Rûsyayê hatine pêkanîn.
Her çende aliyên Kurdî, hebûna Rûsyayê weke gaveke baş dibînin lê pêşbînî nakin, Moskow bi tenê, îsal çarenivîsa deverê yek alî bike.
Nafih Ebdulah, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê, dibêje, “Ji bo çareseriyê bi awayekî giştî, sala 2020 jî têrî nake. Ji ber ku hikumetê xwe nedaye ber çareseriya destûrî.”
Piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha derbasbûyî de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi rêkeftineke destpêkî, rê da artêşa Sûriyê û serbazên Rûsyayê ku li deverê belav bibin.
Lê ew rêketin tenê di warê serbazî de ma û rewşa siyasî li deverê li xwe negirt.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse