ÎDIA: Komên çekdar li dijî YPGyê dest bi êrişê kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Til Rifet Komên Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê li dijî korîdora di navbera Til Rifetê û Rojavayê Kurdistanê de dest bi “Operasyona Şefeqa Azadiyê” kiriye.

Lêkolerê Navenda Cesûrê ya Lêkolînan Wail Elwan ji Rûdawê re ragihandibû ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike xwe ji bo êrişekê li ser bajarê Til Rifetê amade dikin.

Lêkolerê Navenda Cesûrê ya Lêkolînan Wail Elwan bûbû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkêş dike.

Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyê ragihand:

“Arteşa Niştimanî ya Sûriyeyê li diji plana PKK/YPGyê ya avakirina korîdoreke di navbera Tel Rifet û bakurrojhilate Sûriyeyê de Operasyona Şefeqa Azadiyê da destpekirin.”

Lêkoler Wail Elwan dabû zanîn ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê dê êrişî Til Rifeta di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bike.

Ajansa Anadoluyê her wiha ragihand:

“Birêvebiriya Sûriyeyê li rojhilatê Feratê cihên di bin destê xwe de radestî YPGyê kir.

Gelek endamên YPGyê ji rojhilatê Feratê derbasî herêma Helebê bûn û çekên giran ên rêxistinê jî ji bo herêmê hatin veguhastin.”

Wail Elwan her wiha destnîşan kir ku ji bo êrişa Til Rifetê odeyeke operasyonan jî hatiye avakirin.

Wî amaje bi wê yekê da ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) dê beşdarî êrişa li Til Rifetê nebe.

Li gorî Wail Elwan, HSDyê jî li Til Rifetê amadekiriyên zêde kirine.

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Heleb û Îdlibê kir.

Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Heleb û Îdlibê kontrol kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst