Babe Şêx koça dawî kir

01-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kesayetê diyar ê Kurdên Êzidî û Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx koça dawî kir.

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx ku li li nexweşxaneyê dihat demankirin di 87 saliyaxwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Rêveberê Karûbarên Êzîdiyan ê li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Xêrî Bozanî ragihand ku Şêx Xirto Hecê Îsmaîlê bi nav nasnavê Babe Şêx îro Pencşemê 1ê Cotmeha 2020an li bajarê Hewlêrê di nexweşxaneyê de ji ber nexweşiyeke dijwar koça dawî kir.

Xêrî Bozanî anî ziman ku mirina Babe Şêx valahiyeke mezin di Civata Bilidn a Rûhanî û Sîstema Ayînî ya Êzidiyan de hêla û koçkirina wî xemeke mezin e bo hemû Kurdên Êzidî.

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx niha 87 salî bû û nexweşiya gurcîskê li gel hebû û vê yekê jî kar li ser dilê wî kiriye.

Babe Şêx roja Sêşemê ji Şêxanê bo nexweşxaneyeke Duhokê hatibû veguhastin, lê ji berê rewşa wî her girantir bû ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hatibû veguhestin.

Baba Şêx ji 1995ê vê serpreştî û xizmetê ji bo dînê Êzidiyan dike.

Babe Şêx, berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû û ew xwedî otorîteya herî bilind yê Êzidiyan bû. Li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredî Kurdî Edî ye.  Babe Şêx di heman demê de berpirsê dibistana Laleşê bû.

Babe Şêx sê caran zewiciye û 10 zarokên wî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst