Dayika Rênasê 15 salî ji bo kurê xwe bang li Mezlûm Kobanî dike

01-09-2020
RÛDAW
Piştî biryara Rêveberiya Xweser dayikek daxwaza vegerandina kurê xwe yê 15 salî dike.
Piştî biryara Rêveberiya Xweser dayikek daxwaza vegerandina kurê xwe yê 15 salî dike.
Nîşan Rojava Mezlûm Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêvebeirya Xweser ragihand, ku ew dê Ofîsa Parastina Zarokan ji Rikeberiyên Çekdarî ava bikin, dayika zarokekî daxwaza dîtin û vegerandina kurê xwe dike, ku ji 8ê Tebaxê ve winda ye.

Dayika zarokê bi navê Rênas ku 15 salî ye û hîn çarenisîva wî ne diyare, daxwazê ji Rêveberiya Xweser dike ku piştî avakirina wê ofîsê, hewla vegerandina kurê wê bidin, ji bo ku vegere nav malbata xwe.

Di vîdeoyekê de ku bo Rûdawê şandiye,  Leylî Ehmed dayika Rênasê 15 salî ku niştecihê bajarê Qamişlo ye, daxwaz ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mezlûm Kobanî jî dike, ku jê re bibin alîkar daku ew bikare kurê xwe bibîne.

Leylî Ehmed dibêje, ku Rênas kurê wê yê mezin e û wî ji wan re kar dikir û debara jiyana wan bi karê xwe peyda dikir, lê ew ji roja 8ê vê mehê ve winda ye.

Ji bilî Rênas, wê jinê kurekî din û keçek jî heye.

Dayika Rênas herwiha dibêje, wê ji bo dîtina kurê xwe û zanîna çareseriya wî, wê serdana navendên Asayişê, YPG û Ciwanên Şoreşgêr  kiriye, lê rayedarên wan cihan jê re gotine, ku Rênas li cem wan nîne û ew tiştekî li ser nizanin.

Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêvebeirya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, roja 30ê Tebaxa 2020 ji bo rêgirtin ji çekdarkirina zarokan biryarek derxist û ragihand, dê ofîsa parastina zarokan ji milmilaniyên çekdarî veke, ku “erkê wê nivîsgehê û şaxên wê ew e ku lidûvçûnê bo giliyên taybet bi çekdarkirina zarokan di nav rêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û herwiha giliyên din ên girêdayî binpêkirinên li dijî mafên zarokan, bike.”

Rêveberiya Xweser ragihandiye, ku biryara avakirina wê ofîsa taybet bi binpêkirinên li hember zarokan, li ser bingeha rêkeftina îmzekirî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Netewên Yekgirtî de ku di 29ê Hezîrana 2019 de hatibû îmzekirin û paşê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû pesendkirin, hatiye dan.

Şaxên wê ofîsa taybet bi parastina zarokan ji milmilaniyên çekdarî di deste û komîteyên karûbarên civakî û xebitandinê yên li Qamişlo, Heseke, Reqa, Dêrazor, Kobanî, Girê Spî, Şehba, Tebqa û Minbicê tên çalakkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst