Li Rihayê qeza: 5 zarok mirin û 3 kes birîndar bûn

51 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Riha Qezaya trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla ku ji kontrolê derket, li kesên li kêleka rêyê xist û di encama qezayê de 5 zarok mirin û 3 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku nêzîkî Baxçeya Gel a Eyubiyeyê ya li ser rêya Kaniya Xezalan  ji kontrolê derket, pêşî li peyayên li kêleka rêyê xist û paşê li 2 otomobîlên parkkirî qelibî û sekinî.

Di qezayê de 2 zarok li cihê bûyerê mirin.

6 kesên ku di qezayê de birîndar bûn jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda.

3 zarokên ku dihatin dermankirin jî canê xwe li nexweşxaneyê ji dest da. 

Hat zanîn ku ji 3 birîndarên ku tên dermankirin rewşa yekî ji wan xedar e. 

Parêzgar Hasan Şildak bi Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar re li cihê bûyerê lêkolîn kir.

Hasan Şildak ji rojnamegeran re got ku li rêya Kaniya Xezalan qezayeke trafîkê ya diltezîn qewimî. 

Şildak derbarê hûrgiliyên qezayê de wiha got:

"Otomobîlek ji ber sedemeke nayê zanîn ji kontrolê derdikeve û li welatiyên me yên peya yên li kêleka rê û 2 otomobîlên parkkirî dixe û qeza diqewime.

Mixabin ku di qezayê de 5 welatiyên me mirin û mixabin ku ev welatiyên me di temenê zarokatiyê de ne.

Dê temenên wan bên tesbîtkirin. 2 zarokên me li cihê bûyerê, 3 zarokên me jî li nexweşxaneyê dema dihatin dermankirin canê xwe ji dest da.

 2 jê zarok 3 welatiyên me jî birîndar in. Rewşa yek ji van birîndarên me xedar e.

Rê ji trafîkê re hat girtin. Ekîbên me dê sedema qezayê û berpirsyaran tesbît bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst