Li Bedlîsê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Qedexe Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 2 rojan hemû core çalakî hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê, li seranserê parêzgehê ji îro heta 3 Tebaxê hemû core çalakî wekî meş, xwepêşandan û civîn hatine qedexekirin.

Parêzgariya Bedlîsê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Bi armanca parastina bingehên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, ewlehiya xelkê û anîna aramiyê, rêgirtina li tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.”

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexeyê, çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan bi berdewamî tê dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst