Li Amedê qeza: Kesek mir û 9 kes birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Pasûr Qezaya trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encamê de kesekî xwe ji dest da û 9 kes birîndar bûn.

Li ser rêya navçeya Pasûrê ya Amedê îro otomobîla ku M.T. D diajot ji rê derket û wergeriya.

Di encamê de şofêrê otomobîlê û 9 kesên din ku ji wan 5 zarok in birîndar bûn.

 Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûne cihê bûyerê.

Tîmên tendursitiyê 10 kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Tevî hemû midexaleyan şofêrê otomobîlê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat zanîn ku rewşa 2 zarokan jî di metirsiyê de ye.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst