Mesrûr Barzanî kuştina Serokê Hemasê şermezar kir

1 demjimêr berê
Nîşan Mesrûr Barzanî Îsmaîl Heniye Kuştin Şermezarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Ez kuştina Îsmaîl Heniye şermezar dikim.”

Mesrûr Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye postek belav kir û got:

“Ez kuştina Îsmaîl Heniye û hemû hewlên ji bo nehiştina aramaniya li herêmê şermezar dikim.”

“Ez bangî hemû aliyan dikim”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ji bo diyalogê bang kir û li pey çû:

“Ez bangî hemû aliyan dikim ku aloziyên vê dawiyê kêm bikin û ji bo ku aramî û seqamgirî vegere herêmê guftûgoyên cidî bikin.

Herêm xwe li ber nezelaliya zêdetir nagire.”

Çi bûbû?

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye doh (31ê Tîrmehê) berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Heniye li mala ku lê dima rastî êrişekê hatiye.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha ev angaşt qebûl nekirine.

Îsmaîl Heniye 6ê Gulana 2017an li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst