Li Rihayê 2 ciwanên Sûrî di Çemê Feratê de xeniqîn

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Cemê Feratê Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Bêrecûkê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve du ciwanên ku xelkê Sûriye bûne di Çemê Feratê de xeniqîn.

Li gor agahiyan, îro 1ê Tîrmehê 3ê ciwanên ku xelkê Sûriye ku ji bo Cejna Qurbanê ji Dîlokê çûne navçeya Bêrecûkê ya Rihayê li wir ji bo xwe hênik bikin ketine Çemê Fêratê.

Piştî hinek avjenî kirine du ciwan li ber avê çûne û xeniqîne yekê jî xwe rizgar kiriye.

Li gor agahiyan kesên ku xeniqîne Mustefa Nuşi yê 18 salî û Hesen Îsa yê 16 salî bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên cendirmeyan, polîs, Hawarçûnê û Berevaniya Şaristanî bo cihê bûyerê hatine şandin.

Tîman termê her du ciwanan ji avê derxistine. Termê Mustefa Nuşî û Hesen Îsa bo otopsî şandine morga Saziya Tip a Edlî ya Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst