Girtina Deriyê Pêşabûr-Sêmalka ziyaneke mezin gihandiye bazirganan

01-06-2023
Helebja Sadon
12 roj in Deriyê Pêşabûr-Sêmalka girtî ye
12 roj in Deriyê Pêşabûr-Sêmalka girtî ye
Nîşan Deriyê Pêşabûr-Sêmalka Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 12 roj in deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê girtiye û di encamê de ziyaneke mezin gihîştiye kompaniyên hatinûçûnê û bazirganiyê veguhestinê. Şofêr û kasibkar dibêjin, ji ber girtina derî zerareke mezin li wan bûye û eger girtina derî wiha berdewam be, dê karê xwe ji dest bidin.

Kompaniya veguhestina kelûpelan ji Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê her hefte 60 ton kelûpel dişandin. Mehane 30 ton kelûpel ji Rojavayê Kurdistanê dihate Herêma Kurdistanê.

Ji dema girtina Deriyê Pêşabûr-Sêmalka, karê wan rawestaye.

Rêveberê Giştî yê Kompaniya Kar li Herêma Kurdistanê Siud Gerşî: “Bi girtina Deriyê Pêşabûr-Sêmalka, em zerarê dibînin, ji ber ku divê mmehane em 10 heta 15 hezar dolar pereyên karmend û kiriya ofîsan bidin. Herweha em her heftî jî bi nêzîkî 15 hezar dolar kelûpelan dişînin û bi girtina dergeh em zererê dibînin."

Penaber Miyeser Îbrahîm 2 sal e weku şofêr li kompaniya veguhestinê  kar dike. Bavê 4 zaroka ye û pariya jiyana wî û zarokên wî niha li ser wî karî ye. Girtina Deriyê Pêşabûr –Sêmalka ew kiriye di tirsê de ku karê xwe ji dest bide.

Penaber Miyeser Îbrahîm dibêje: “Eger Deriyê Pêşabûr-Sêmalka bi vî rengî ma girtî, reng e kompanî dergehê xwe bigre û eger kompanî dergehê xwe girt, helbet karê me jî dê were rawestandin.”

5 kompaniyên Rojavayê Kurdistanê karê veguhestinê dikin. Berî girtina deriyê bi 3 rojan hejmareke barhilgirên sarker ji Bexdayê ku tê de madeyên xwarinê hene gihîştine Hewlêrê, lê derbas nebûne.

Bazirgan Şoreş Tariq her hefte 8 barhilgirên li gel barekê cilûbergan dişîne Rojavayê Kurdistanê. Her barhilgirek 2500 dolaran li ser radiweste. Bi gotina wî eger rewş bi vî rengî bimîne, zerar mezintir dibe.

Bazirgan Şoreş Tariq dibêje: “Em her hefte 8 barhilgiran dişînin, wate di van her 11 rojan de me bi 20 hezar dolaran zerer dîtiye.”

Ji 20 vê meha borî ve Deriyê Pêşabûr-Sêmalka heta bo demeke nediyar hatiye girtin.

Dergeh ji bo rewşên mirovî, îqameyên Ewropî, rêxistinên navdewletî û bazirganiyê vekirî bû.

Bi girtina derî bandor li xelkê Rojavayê Kurdistanê yên li herdu aliyan dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir