Qeyûmê Êlihê 19 karkerên din jî ji kar derxistin

01-02-2025
RÛDAW
Nîşan Êlih Şaredariya Êlihê Karkerên Şaredariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Qeyûmê Şaredariya Êlihê hejmareke karker ji kar derxistin.

Li gorî zanyariyan, qeyûm 19 karkerên din ji kar derxistin.

Qeyûmê ku ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve li şûna Şaredariya DEM Partiyê hatibû tayînkirin, 19 karkerên din ên şaredariyê ji kar derxistin.

Li gorî agahiyan, beriya niha jî karmendên şaredariyê ji kar derxistibûn.

Qeyûm tevî van 19 karkerên nû yên ku îro kar hatine derxistin heta niha 98 karker ji kar derxistine.

Li gorî zanyariyên Rûdawê dem û hejmara wan karkerên ku ji aliyê qeyûm ji kar hatine derxistin wiha ne:

- 4ê Çiriya Paşîn a 2024an: 5 karker

- 31ê Kanûna Pêşîn a 2024an: 20 karker

- 10ê Kanûna Paşîn a 2025an: 18 karker

- 18ê Kanûna Paşîn  a 2025an: 18 karker

- 24ê Kanûna Paşîn a 2025an: 18 karker

31ê Kanûna Paşîn a 2025an: 19 karker

Roja 4ê Çiriya Paşîn bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî yên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatibûn hatin tayînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst