Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê KCKyê Sabrî Ok diyar kir ku heta şert û mercên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan neyên guhertin ew dê gavan naavêjin.
Endamê Birêvebiriya Konseya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî OK derbarê pêşhatên dawî yên li herêmê û hevdîtinên Îmraliyê yên bi Abdullah Ocalan re ji Stêrk Tvyê re axivî.
Sabrî Ok eşkere kir ku Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya Pirsgirêka Kurdan daxuyaniyên erênî dane lê AK Partî cidî nêzîkî pêvajoyê nabe.
Endamê Konseya Birêvebiriya KCKyê behsa gotinên berpirsên AK Partiyê kir û got:
“Omer Çelîk çend roj berê got, bazar nîne, muzakere nîne û nizanim çi nîne.
Ma napirsin wê demê çi heye?
Tenê dibêjin bila PKK çekan deyne, Rêber Apo bibêje çekan deynin.
Rêber Apo sala 2013an jî got, îro jî dibêje; eger ew azad nebe, tecrîda giran ranebe, eger şert û merc neguherin, dê gav neyên avêtin.
Eger AKP û Tirkiye bixwazin tiştekî bikin an jî wateyê bidin çareseriya demokratîk a ku Apo bi kedeke mezin afirandiye, divê cidî nêzîkî meseleyê bibin.”
“Em girêdayî Apo ne”
Sabrî Ok behsa rola Abdullah Ocalan jî kir û wiha domand:
"Apo ji bo çareseriyeke demokratîk û bi rûmet çi bêje û çi gavên pratîk bavêje, em teqez bawer in ku tiştê pêwîst dibêje û gavên pewîst diavêje.
Derveyî vê tu nêrîn, helwest û lêgerîneke Rêber Apo nabe.
Hemû jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya gelê Kurd in.
Em wekî rêxistin û gelê Kurd girêdayî sekna Rêber Apo û wê rola ku dixwaze bilîze û helwesta wî ne.
Her tim jî dê wisa be lê divê dewlet jî vê fêm bike.
Niha em mêze dikin, doh û pêr qeyûm danî ser Şaredariya Sêrtê.
Her wiha xebatkarên ragihandinê hatin girtin.
Yanî wisa xofê li ser civakê çêdikin. Nahêlin siyaseta demokratîk a Kurdan nefesê bistîne û bi her awayî zextê dikin.
Her wiha li Rojavayê Kurdistanê 24 saetan şer heye, bi awayekî bê exlaq û bêyî ku yasayên navneteweyî li ber çavan bigirin bombebaranê dikin.
Sivîlan, zarok û jinan qetil dikin, li aliyê din jî tê xwestin ku pêvajoyek bi pêş bikeve.
Ev hev nagirin heger bi eqilê gelê Kurd û mirovahiyê bilîzin, ew ne bi eqil in.
Gelê Kurd gelek berdêl dane û xwedî tecrube ye.
PKK jî wisa ye, ti kes nikare wekî hincet û amûr nêzîkî Rêber Apo bibe.
Pêwîst e rêzdar û cidî bin. Rêber Apo cidî ye.
Pêwîst e mixatabên wî jî wisa bin.
Eger wekî 2013an û ceribandinên berê dîsa dubare bibin dê şikestineke mezin pêk were.
Divê em wekî tevger û gel jî vê rastiyê bibînin.”
“Rojava ji bo cîhanê rûmetek e”
Endamê Konseya Birêvebiriya KCKyê behsa şerê li Tişrînê û derdora Kobaniyê jî kir û wiha domand:
“Tirkiye ne li Rojava, ne li Bakur, ne li asman û ne jî li erdê dixwaze îrade, rêxistin û statuyeke Kurdan hebe.
Naxwaze li Bakurrojhilatê Sûriyeyê û li Rojavayê xweseriyeke Kurdan hebe.
Rojava ji bo tevahiya cîhanê rûmetek e.
Aniha dewleta Tirk êrişî wir dike, êrişî nirxên mirovahiyê dike, êrişî hêza rûmetê dike.
Ji bo vê jî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ava kiriye.
Li hemberî hêzên HSD û YPJyê nikarin li ber xwe bidin, direvin.
Îrade û motîvasyona wan a şer jî nîne.
Dema ku ev nikarin encamê bistînin, Tirkiye bi xwe dikeve dewrê.
Dixwaze Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bi dest bixe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse