Hewlêr (Rûdaw) - Aloziyên li bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê berdewam in û li gor dîmenên belav bûne hêzên çekdar ên bi çekên giran di nav xwepêşanderên alîgirên rejîma Sûriyê de cih digirin.
Piştî civîna parêzgarê Hesekê Xesan Xelîl ligel fermandeyên serbazî û berpirsên emnî û nûnerên hinek hozên parêzgehê, biryara birêvebirina xwepêşandanê li dijî Rêveberiya Xweser hatibû dayin.
Roja yekşemê, pêş nîvro, piştî kombûna hejmarek alîgirên hikûmeta Sûriyê li nav çargoşeya emnî ya bajarê Hesekê, çekdarên milîsên Berevaniya Niştimanî ser bi hikûmeta Sûriyê ve li gel hejmarek kesê çûbûn ser rêbendeke asayişê û şer derketibû.
Di encamê de, çekdarekî hêzên erkên taybet ê ser bi hikûmeta Sûriyê bi navê Mihemed el-Rehîl hate kuştin û çekdarekî din ji heman hêzan bi navê Silêman el-Xedeb bi giranî birîndar bûye. Herwiha 2 kesên din birîndar bûne heta niha nasnameya wan aşkere nebûye.
Di dema beşdarbûna bernameya Çavê Sêyem a radyoya Rûdawê de, Nûrşan Hisên, Seroka Nûneratiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê, got Rêveberiyê biryara derkirina çargoşeyên emnî nedaye.
Nûrşan Hisên, Seroka Nûneratiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê, dibêje, “Me wek Rêveberiya Xweser nexwestiye ti caran çargoşeya emnî li Qamişlo û Hesekê bi darê zorê derxînin. Eger ew hêza emnî bibe pirsgirêkeke mezin ji bo ewlekariya civakê, ji bo jiyana hevbeş a hatiye avakirin, em wek Rêveberiya Xweser neçar in xwe biparêzin.”
Omer Rehmûn, Endamê Komîteya Haştbûna Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê, di dema beşdarbûna xwe di heman bernameya Radyoya Rûdawê de, got Rûsya hewla dîtina çareseriyekê dide.
Omar Rahmûn dibêje, “Ez naxwazim bikevim nav hûrgiliyan, lê ev dorpêça ku niha li ser navçeyên hikûmeta li Qamişlo û Hesekê heye tenê di berjewendiya Tirkiyê de ye. Lê derbarê diyalogê, bêguman erkên Rûsyayê hene û kar û tevger hene ji bo dîtina çareseriyekê ji bo herdu aliyan.”
Derbarê bûyrên bajarê Hesekê, Fermandariya Giştî ya hêzên Asayişê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de, Asayiş, milîsên Berevaniya Niştimanî ser bi hikûmeta Sûriyê ve bi çandina fitne û gelaciyê di navbewra pêkhateyan de tohmetbar dike.
.jpg&w=3840&q=75)

