Li Silêmaniyê êrişa bi dronan

01-01-2024
Nîşan Çemçemal Silêmanî Êriş Tirkiye Dron Çinartû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gundê Çinartûyê yê nahiyeya Axçelerê ya qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê bi dronan hat bombebarankirin.

Rêvebirê Nahiyeya Axçelerê Hêmin Behcet bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand:

“Îro demjimêr 08:15an gundê Çiartûyê bi dronan hat bombebarankirin.”

Hêmin Behcet da zanîn ku heta niha ew nizanin bê encamên êrişê çi ne û got, “Dron ji şevê din ve li herêma me difirin.”

Tirkiyeyê êriş kiriye

Demên dawiyê Çinartû dibe hedefa êrişan, 28ê Kanûna Pêşîna 2023yan jî ev gund hatibû bombebarankirin.

Dîsa tebaxa borî jî gundê Çinartûyê hat bombebarankirin û di encamê de 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest da û gerîlayek jî birîndar bû.

Tirkiyeyê sala 2021ê jî heman herêm bombebaran kir. Di vê êrişê de 4 kesan canê xwe ji dest da ku 2 ji wan sivîl bûn.

Tirkiye bi hinceta “hebûna gerîlayên PKKyê” gelek caran êrişî vê herêmê dike.

Rêvebirê Nahiyeya Axçelerê Hêmin Behcet diyar kir ku ev êriş jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir