Serokê ENKSê: Desteya Hevrêziyê ya Şamê bo PYDê hewl dide

02-01-2016
Mihyedîn Hisên
Serokê ENKSê Ibrahim Biro
Serokê ENKSê Ibrahim Biro
Nîşan ENKS Ibrahîm Biro Qamişlo Desteya Hevrêziya Niştîmanî Dijbere Sûriye
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Şandeke Desteya Hevrêziya Niştîmanî ya Sûriyê ku wek Dijbereya Navxwe yî tê naskirin û li Şamê dimîne, ligel ENKSê civiya. Serokê ENKSê Ibrahîm Biro jî dibêje: Desteya Hevrêziyê jibo ku PYD jî beşdarî danûstandinên Cinêvê bibe, di hewldanê de ye.

 

Îro li bajarê Qamişlo şandek ji Desteya Hevrêziyê ya Dijbereya Navxwe ya Sûriyê (Heyet Tensîq) bi serokatiya Hesen Ebdilezîm ligel şandeke ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li navenda partiya PDK-S civiya.

 

Li gor agaiyên Rûdawê ji Rojavayê Kurdistanê, şanda Desteya Hevrêziyê ji Zekî Xerabo, Ebdilqehar Sirac, Hac Bekir Elhuseynî, Hanî Seidî û çend kesên din pêk hatibû.

 

Di vê civînê de Hesen Ebdilezîm ragihand ku ew hevdîtin di çarçoveya xweşkirina peywendiyên navbera her du aliyan de pêk hatiye û ew dixwazin pêwendiyên wan di asteke baş de bin.

 

Ji aliyê xwe ve Ibrahîm Biro tekez li ser wê yekê kir ku Desteya Hevrêziyê  hewl dide ku cihekî ji PYDê re bibîne jibo ku di nav şanda Dijbereyê de li civînên Cinêv 3 beşdarî goûbêjan bibe.

 

Ew hevîdtina Desteya Hevrêziya Niştîmanî ya Sûriyê û ENKSê piştî wê yekê hta, ku pêştir heman şanda Desteya Hevrêziyê bi Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re civiyabû.

 

Kordînatorê Desteya Hemahengiyê ji Rûdawê re ragihand, ku armanca wan ji wê serdanê ew e, ku girêdaneke xurt di navbera Qamişlo û Şamê de çê bikin û tekez kir, ew dixwazin dost û hevpeymanên xwe zêde bikin.

 

Hesen Ebdul Ezîm - Kordînatorê Desteya Hemahengiyê wiha got:

 

“Serdana me bo xurtkirina pêwendî û hemahengiya di navbera Navdê li Şamê û hêzên demokrat ên dost û hevpeymanên me, li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê, ji bo zêdekirina dost û hevpeyman û şirîkên me di xebata niştîmaniya demokrat de ji bo guhertina li Sûriyê, ku bibe sedema derfeta çareseriya siyasî ye. Niha derfetk bi erêkirina navneteweyî û herêmî û erebî heye ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.”

 

Herweha Serokê ENKSê Ibrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand, ku Desteya Hevrêziyê tekezî li ser beşdarbûna PYD di şanda Dijbereya Sûriyê de ji bo danûsntandinên ligel Hikumeta Sûriyê kiriye, lê wan ji kordînatorê desteyê re ragihandiye, ku divê PYD helwesta xwe di derbarê rêjîma Sûriyê de zelal bike û dest ji kiryarên xwe li deverên Rojavayê kurdistanê berde.

 

Îbrahîm Biro wisa got:

 

“Serdana kordînatorê giştî yê Desteya Hevrêziya Niştîmaniya Sûriyê di demekê de ye, ku liv û tevgerên dîplomasî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê destpê kirine û ji aliyê Kurdan ve, tenê nûnerên ENKSê di danûstandinan de beşdar dibin û heta niha jî hin aliyên navneteweyî û herêmî nerazî ne ku PYD beşdar bibe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst