Hewlêr (Rûdaw) - Bessam Hecî Mistefa serokê Ketîbeya Yûsif el-Ezma ye ku navenda wê ketîbeyê li Helebê ye. Herwiha ew yek ji wan kesan bû ku di dema peymana di navbera YPGê û Artêşa Azad de li Serê Kaniyê amade bû. Besam Hecî Mistefa derbarê helwestên cîgirê berê yê serokê Sûriyê Ebdilhelîm Xedam derbarê daxwazên Kurdan de, ku gotibû ew li dijî federaliyê ye ji bo Kurdan, diyar kir ku Ebdilhelîm Xedam basî û erebperest e û ji ber berjewendiyên şexsî ji rejimê cuda bûye.
Besam Hecî Mistefa, ku bi eslê xwe Kurd e û li Helebê ji dayîk bûye, ev cara yekem e ku ligel dezgeheke kurdî hevpeyvînê çêdike
YPG û Artêşa Azad heta niha li gor peymanê tevdigerin
Rûdaw: Beriya demekê di navbera Artêşa Azad û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de peymanek hat îmzekirin. Heta niha ew peyman di navbera we de çawa dewam dike?
Besam Hecî Mistefa: Ew peyman di navbera hinek yekîneyên Artêşa Azad ligel PYD û YPGê hat îmzekirin. Em jî wek aliyekî Artêşa Azad ku nûnertiya pêkhateyeke kurd dike, beşdar bûn. Ew peyman ji bo dawîhatina pirsgirêk û nakokiyên li ser hinek navçeyan pêk dihat. Herdu alî jî heta niha li gor wê peymanê tevdigerin, lê wê peymanê gund û bajarên din negirtiye nava xwe. Ji ber vê yekê jî şer hatiye rawestandin û encam bi rêya peymanên din bi dawî bûye.
Ji dema ku ew peyman hatiye îmzekirin û heta niha ti nakokiyek di navbera we û YPGê de çêbûye?
Na, ti nakokî û berberiyeke çekdarî di navbera me de çênebûye, bi taybetî ligel PYDê. Em li ser wê yekê berdewam in ku nakokî bi rêya guftûgo û danûstandinan bên çareserkirin û tevî ku ew vê yekê red dikin.
Dema ev navçe bi hêz û karînên şoreşgerên kurd û ereb, bi tevlîbûna YPGê, ji bin destê wan rizgar bû
Gelo dîtina we derbarê êrişên artêşa Sûriyê li ser taxên Kurdan yên Helebê Şêx Meqsûd, Eşrefiye û cihên din ên Kurdan çi ye?
Rejîm hewl dide ku bi kuştin û wêrankirinê dersekê bide gelê Sûriyê, hemû çîn û netewe. Dema ev navçe bi hêz û karînên şoreşgerên kurd û ereb, bi tevlîbûna YPGê, ji bin destê wan rizgar bû, Eşrefiye û Şêx Meqsûd hatin bombebarankirin. Lê tiştê cihê baldariyê ye, bikaranîna çekên kîmyewî ye li dijî welatiyan li Şêx Meqsûd. Bi baweriya min ev nameyekê pêşkêşî hevpeymanên wan ên duh dike ku Kurd di demeke nêzîk de rûbirûyê bombebaraneke zêde ya kîmyawî bên.
Hinek dibêjin ku tiştê li herêmên kurdî li Helebê dibin, ji wêrankirin û talankirinê bêtir, tiştek plankirî ye ji aliyê hin rexên Artêşa Azad a Sûrî, da ku şûnmayên Kurdan li vî bajarê girîng bimalin?
Ez bawer nakim, tevî ku li ser hevpeymaniyên bi dizî û bi guman di navbera PYDê û hin hêzan de gotegot hene. Lê ya rast ew e ku rejîm kuştin û wêranê li ser her kesê ku li dijî wê radibe belav dike. Di cih de jî rewşeke ji talankirin, wêrankirin û diziya hin çeteyên ku bi navê Artêşa Azad kar dikin pêk tîne. Bêyî ku ti kelemê li pêşiya wan deyne. Hin komên çeteyên tawankar jî hene ku bi awayekî serbixwe, ne bi ti navî kar dikin. Ew jî belav bûne û pêwîst e sînor ji wan re bê danîn.
Kongreya dostên gelê Sûriyê li Stenbolê biryar da ku alîkariya leşkerî ya çekdarî bide Artêşa Azad. Gelo hevpeymaniyeke navdewletî li ser Sûriyê heye?
Bi rastî biryarên li ser piştgiriya mafên dadwer ên gelê Sûriyê gellek in. Lê heta niha bi rastî neketine warê bicihkirinê de. Tenê mane di warê hinek alîkariyên mirovayî de. Ez guman dikim ku nebûna bernameyeke siyasî ji şoreşê û daxwazên wê re, wiha jî nebûna biryareke leşkerî ya hevgirtî, wê bimîne sedemek ji bo derengxistina biryareke navdewletî, ku alîkar be di warê piştgirtina şoreşa Sûriyê de.
Heta niha Tirkiyê ti alîkarî nedaye me
Gelo ti alîkarî û piştgirtin ji Tirkiyeyê ji we re hene?
Heta niha na. Her em dixwazin ku Tirkiye bi rolekê rabe, wek dewleteke hevsînor, di warê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî, di hundir de, ji gelê Sûriyê re. Nemaze sînor alîkariya gihandinê dike. Her em nadin mandelê ku rêxistinên mirovî yên tirkî yên sivîl alîkariyên girîng di warê lihawarçûnê de pêşkêş kirin, wek komeleya Ilahi.
Nêrîna we li ser gotara Ebdilhelîm Xedam çi ye?
Min nedîtiye.
Dema ku got niha ne dema wê yekê ye ku Kurd doza federaliyê bikin?
Ebdilhelîm Xedam basî û erebperest e. Bi sedema berberiya desthilatê û berjewendiyan ji rejîmê cuda bû. Ew hê jî nehatiye guhertin, bi kêmanî di helwesta siyasî de.
Ji pêvî pirsên ku hatin kirin, tiştek din li cem we heye li ser rewşê bi tevayî?
Bi helkefta kongreya aştiya navxweyî min dixwest ku opozisyona Sûriyê belgenameyekê pêşkêş bike. Tê de jî danpêdanê bi pêkhateyên gelê Sûriyê bike. Herwiha li şûna ku kemîneyan bi gotareke baasî û bêkêr azar bike, girîng e wan dilxweş bike. Her li ser pêkhateyên kurdî jî li Sûriyê, em doz dikin ku careke din li siyaset û helwêstên xwe vegerin û kar ji bo guhertina çi tiştên xweperest û girtî bikin. Wiha jî girîng e bi ser pêkhateyên din ve vebin, dûrî tirs û mehneyên pûç ku di gotara kevin de bûn, wek mînak ku alîkarî di 2004ê de bi me re nebû û tiştên din.


