Konsulê Giştî yê Komara Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung li ser xwezaya Kurdistanê got, “Bi dîtina min çiya û gundên Kurdan ji bajarên wan xweştir in.”
Cho Kijoung anî zimên ku di navbera welatî wî û Herêma Kurdistanê de gelek xalên hevpar hene û weha berdewam kir, “Wekheviyeke din a di navbera Koreya û Herêma Kurdistanê de ew e ku em jî di şerê navxweyî re derbas bûne û Kurdistan di gelek şerên din re derbas bûye.”
Kijoung, amaje pê kir ku wan di dîroka xwe de demeke dirêj aştî û aramî parastiye.
Cho Kijoung, bi çend ciwanên ku bir Koreyî dizanin re bû mêhvanê Rûdawê û wî pirsên Rojan Ebûbekirê bersivandin.
Tevahîya hevpeyvîna Rûdawê li gel Konsulê Giştî yê Komara Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung, bi vi awayî ye:
Rûdaw: Cho Kijoung, tu bi xêr hatî. Spas ku tu bûyî mêvanê Nûrojê.
Cho Kijoung: Gelekî spas ji bo organîzekirina vê hevpeyvîna girîng.
Rûdaw: Gelekî spas, armanca we ji lidarxistina vê festîvalê li vê salonê çi ye?
Cho Kijoung: Bê guman ev helkefteke pir watedar e ji bo pêşxistina dostaniya di navbera gelê Koreya û Herêma Kurdistana Iraqê de. Wekî hûn jî baş dizanin, beriya nêzîkî 20 salî, Hêzên Zeytûnê yên Koreyê hatin vê herêmê û çar salan lê man.
Ev yek, bû xala destpêkê ya têkiliyên navbera Koreya û Herêma Kurdistana Iraqê. Her wisa, bi dîtina min, em bi organîzekirina van civînên çandî pêşdebirina vê dostaniyê didomînin. Festîvalên yekem û duyem, salên 2018 û 2019an li Silêmaniyê hatin lidarxistin. Lê wekî tu dizanî, ji ber koronayê me nekarî di van sê salên borî de vê civîna çandî ya girîng li dar bixin. Ez gelekî kêfxweş im ku em îsal û îro vê festîvalê li dar dixin.
Rûdaw: Gelo hûn dizanin ku çend kes li Herêma Kurdistanê bi zimanê Koreyî dizanin?
Cho Kijoung: Bi rastî, ev pirseke baş e lê mixabin ez nikarim bizanim çend Kurd dikarin bi Koreyî biaxivin. Lê ez dikarim bibêjim ku gelek Kurd dikarin bi Koreyî biaxivin. Wekî mînak, me meha hezîrana borî pêşbirka axaftina bi zimanê Koreyî saz kir û zêdetirî 40 kesî beşdar bûn. Ev tê wê wateyê ku gelek Kurd li Herêma Kurdistanê hene ku dikarin bi Koreyî biaxivin.
Rûdaw: Xwendekarên Kurdistanê bi rêya we dixwazin ku biçin li Koreyê bixwînin?
Cho Kijoung: Bê guman, gelek daxwaz ji konsulxaneya me re tên ku em hin bûrsên xwendinê ragihînin da ku derfeta wan hebe ku li zanîngehên Koreyê bixwînin lê mixabin şiyana budceya me sînordar e. Dîsa jî konsulxaneya min hewl dide derfetan berfireh bike da ku derfetên herî zêde ji xwendekaran re peyda bike jib o ku li Koreyê bixwînin.
Rûdaw: Bê guman, kesê ku ji bo xwendinê diçe Koreyê, hem dixwaze hînî zimanê we bibe û hem jî pergala wir jî bi dilê wî be. Ma fêrbûna zimanê Koreyî ji aliyê xelkê Herêma Kurdistanê ve dibe sedem ku têkilheviyeke bêtir li navbera her du aliyan çêbibe?
Cho Kijoung: Bê guman, fêrbûna zimanê Koreyî ne tenê ji bo axaftina bi Koreyî ye. Axaftina bi zimanekî biyanî ji axaftinê biwêdetir e. Yên ku divê bi rewanî bi zimanekî biyanî bipeyivin, pêwîst e fêrî çand, pergal û gelek agahiyan bibin. Bi nêrîna min, ger xwendekarên Kurd fêrî Koreyî bibin, ev yek dê pêwendiyên di navbera Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê de gelekî baştir bike û bi pêş bixe.
Rûdaw: Me dabaşa zimên kir. Bila ez pirsên din nekim û em pir dûr nekevin. Beşek ji van xwendekarên ku li vir in, dikarin pir baş bi zimanê Koreyî biaxivin û xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê ne. Ez dixwazim bizanim ew çawa fêrî Koreyî bûn. Tu bi xêr hatî Şazeyê, tu pir baş dikarî bi zimanê Koreyî bipeyivî, tu çawa hîn bûyî?
Şaze- Xwendekar: Pêşî hezeke ji piçûkaniyê ve bû. Bi temaşekirina dramayên Koreyî bi dublaja Kurdî, berê ev tişt pir berbelav bû, lê vêga kêm bûye…
Rûdaw: Yek ji pirsên min ev e…
Şaze: Erê, roleke sereke ya stranên Koreyî jî di fêrbûna min de hebû…
Rûdaw: Ji ber ku wê behsa dramayê kir, vêga dramayên Koreyî kêmtir têne Kurdîkirin. Gelo tu planên we hene ji bo zêdetirkirina jêrnivîs an dublajkirina dramayên Koreyî bo Kurdî?
Cho Kijoung: Gelekî spas ji bo vê pirsê. Wekî min got, sala bê dibe 20emîn salvegera hatina Hêza Zeytûnê ya Koreyî bo Herêma Kurdistana Iraqê. Em amadekariyên rêzek ahengan dikin. Wekî beşekê ji wan ahengan jî em plan dikin ku çend rêzefîlmên Koreyî bi xelkê Herêma Kurdistana Iraqê bidin nasîn. Bila em li bendê bin û bibînin ka sala bê çi çêdibe.
Rûdaw: Geşbînê, tu jî bi xêr hatî. Tu çi qasî dixwazî bi revahî wekî çawa Îngilîzî û Kurdiya te baş e, Koreyiya te jî wiha baş be?
Geşbîn: Tu pir dixwazî hînî tiştekî bibî, ger tu li ser berdewam bî û bi pêş bixî. Gava tu zimanekî dixwînî, divê tu pêşî bingeha wî deynî. Ango tu ji AByê dest pê bikî. Heke bingeha te temam be, tu dikarî hêdî hêdî baştir bibî.
Wekî din, tu di nîvê rê de dimînî. Ne ku tu hînî zimanekî bibî û vegerî destpêkê da bizanî ew tîp çi bû. Xweş e eger tu hînî zimanekî bûyî, tu bingeha wî bizanî. Ji bo ku tu pirsgirêkeke te di zimên de nebe û tu wekî zimanê xwe bizanî.
Rûdaw: Tu di kîjan qonaxa hînbûna zimanê Koreyî de yî?
Geşbîn: Ez di qonaxa navîn de me. Ez hîna bi temamî fêr nebûme û hewl didim baştir bi pêş bixim û rastî pirsgirêkan neyêm.
Rûdaw: Ma tu jî her wekî Şazeyê bi rêya rêzefîlman hîn bûyî?
Geşbîn: Belê, ev demeke dirêj e ku em li drama, stran û tiştên din temaşe dikin.
Rûdaw: Baş e. Gava tu li rêzefîlmên Koreyî temaşe dikî, dibe ku têgihiştina wan pir zehmet be. Tu çawa wiha dikî ku ji rêzefîlmeke Koreyî hînî zimanê Koreyî bibî?
Geşbîn: Gava tu li rêzefîlmekê temaşe dikî, bê guman, tu bi jêrnivîsê lê dinêrî. Dema ku ez li dramayekê temaşe dikim, dibe ku du sê caran ji ber peyvekê yan hevokekê ez dubare bikim ji bo ku bizanim wateya wê çi ye yan ez li nik xwe dinivîsim û wateya wê werdigerînim da ku ji bîra min neçe û ez careke din temaşe dikim da bibînim ka wateya wê hevokê çi ye. Bi vî awayî ez bêtir fêr dibim.
Rûdaw: Aşna, ma tu jî bi heman awayî dikî?
Aşna: Pêşî silav. Ez 8 salan li Koreyê jiyame û min xwendina xwe li wir qedand…
Rûdaw: Tu 8 salan li Koreyê jiyayî?
Aşna: Erê.
Rûdaw: Di çi temenî de ye?
Aşna: Ez di destpêka salên sihî de me, emrê min 31 sal e. Ango vêga?
Rûdaw: Mebesta min ew e tu kîjan salê li wir jiyayî?
Aşna: Temenê min nêzî 22 yan 23 sal bû gava ez çûm wir.
Rûdaw: Bo jiyanê yan xwendinê?
Aşna: Ez ji bo xwendinê çûm. Min li wir doktoraya xwe qedand û ez heşt salan li wir jiyam.
Rûdaw: Di kîjan warî de?
Aşna: Têkiliyên giştî. Sala ewil me tenê Koreyî xwend, paşê min dest bi xwendinê kir.
Rûdaw: Koreya welatekî xweş e?
Aşna: Ez pir xweş dibînim. Pêşî gava ez çûm, gelek zanyariyên min li ser nebûn, lê xeyaleke min li ser wê hebû. Ez pir, pir kêfxweş im ku ez çûm wir.
Rûdaw: Pir baş e, Hana, tu?
Hana: Ez jî wekî hevalên xwe, pêşî mîna hezekê dest pê dike. Her wisa, bi rastî rêzefîlmên Koreyî gelekî alîkariya me dikin û hem jî K-pop û muzîk jî. Pêşî, her hezek di çanda wan de jî ji bo hînbûnê heye. Gava tu li dramayên Koreyî yên bi jêrnivîs dinêrî, tu dikarî di heman demê de fêrî du zimanan bibî. Wekî nimûne, jêrnivîsa Îngilizî alîkar e hem ji bo hînbûna Îngilîzî û Koreyî jî.
Rûdaw: Baş e, destên we sax bin.
Rûdaw: Rêzdar Cho Kijoung, komên navdar ên Koreyî, wekî mînak BTS, li Kurdistanê gelek hezkiriyên wan hene, ne wisa? Bi taybetî ciwan, gelo planeke we nîne yan hûn lê nehizirîne ku heke şirketek bixwaze van komên muzîkê bîne Kurdistanê, li vir konser û çalakiyên wan hebin û hûn alîkariya wan bikin?
Cho Kijoung: BTS dikare were Herêma Kurdistanê. Ez bi vê zaf dilxweş dibim, çunke ez hezkiriyekî BTSyê me lê bi raçavkirina tevahiya rewşê, li gorî min, ev girêdayî wan bi xwe ye. Loma, berpirsên hikûmî û hikûmet nikarin zorê li wan bikin da ku bên an ji wan re bibêjin herin lê çawa dibe bila bibe, ez hêvîdar im ku ew sala bê werin û ji bo pîrozkirina 20 saliya Hêza Zeytûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ahengekê saz bikin. Em hewl didin hin tîmên çandî yên Koreyî vexwînin da ku kar û xebatên xwe bi xelkê Herêma Kurdistanê re parve bikin. Ev jî baş e.
Rûdaw: Heke hûn bikarin koma BTSyê bînin Kurdistanê, dilê gelek ciwanan xweş dikin. Çunke ez gelek ciwanan nas dikim ku pir heyranên endamên koma BTSyê ne, ji dengê wan hez dikin û her tim çavdêriya wan dikin. We ji bo nasandina çanda Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bi Koreyê re çi kiriye?
Cho Kijoung: Ji Koreyan re. Bi dîtina min, ev helkeft derfeteke baş e ji bo nasandina şiyana çanda Kurdî ji gelê Koreyî re. Bê guman, em civînê di malpera xwe de diweşînin, gelê Koreyî bala xwe didinê û hemû mijarên çandî yên Koreyê dê ji aliyê tîmên çandî yên Kurdî ve bên nasandin. Ew dizanin ku gelê Kurd ji çanda wan hez dike û xwedî asteke bilind a karîna çandî ne. Ev awayê me ye ku em çanda Kurdan bi Koreyan bidin nasîn.
Rûdaw: Birêz Cho Kijoung, dibe ku yên ku vêga li me dinêrin bibêjin gelo ev amûra cihê û taybet ku li pişt wan hatiye danîn çi ye? Ez dixwazim tu ji min re qal bikî, ma dê ev jî îro bê nîşandan?
Cho Kijoung: Bi dîtina min, derfeta we heye ku hûn çêjê ji dahola kevneşopî ya Koreyê wergirin. Wekî ku hûn dizanin, li Koreyayê gelek celebên cihê yên dahola me ya kevneşopî hene û ew dahol ji bo gelek armancan têne bikaranîn. Bo mînak, di artêşê de ji bo destpêkirina şer tê bikaranîn. Her wiha, di warê merasîmên fermî de ger em li daholê bixin, tê wê wateyê ku dê merasîm dest pê bike. Ev daholeke kevneşopî ya Koreyî ye û mezinahiya wê navîn e. Dahola bi vê mezinahiyê bi taybetî ji bo çalakiyan, wekî çalakiyên muzîk û dansê, tê bikaranîn.
Rûdaw: Diyar e tu ji heqê wê têyî der. Ev dişibihe dahola me, lê li ser piyan, ma tu dikarî wê ji bo me biceribînî?
Cho Kijoung: Ji bo ku tu dahola kevneşopî bi kar bînî, divê tu pir pratîk bikî. Ez dahollêdanê de ne pir baş im, lê ez ê ji bo nasandina wê hewl bidim.
Rûdaw: Tu ji wer jîrtir î, kerem ke.
Cho Kijoung: Erê, pir baş e. Wekî ku min ji we re got, ev daholeke kevneşopî ya navîn e û ev ji bo çalakiyên muzîk û semayê ye. Li ser wê yekê dimîne ka tu kîjan beşa wê dikutî. Dengên cuda dikarin jê derkevin. Wekî nimûne, ger tu nîveka wê bikutî… Tu dê van dengan bibihîzî û hinekî diheje. Ger tu li vê beşê bixî… Dengê vê lap texte ye. Lewra gelek muzîkvan û semakar bi bikaranîna van beşên cihêreng ên daholên kevneşopî dikarin berhemdar bin.
Rûdaw: Celebên vê dahola ku we behs kir, li nîvekê û li dawiyê, ma her yek ji bo helkefteke taybet e?
Cho Kijoung: Na, ev ji bo heman çalakiyê ye, lê ji bo dayîna dengên cuda ye. Erê.
Rûdaw: Destxweş! Gelekî spas.
Cho Kijoung: Zor spas!
Rûdaw: Gelekî spas, kerem ke. Ev xwendekar dixwazin her yek pirsekê ji te bike. Ka em bibînin bê pirsên wan ji te çi ne. Şazeyê, ku dê bi zimanê Koreyî ji te bipirsin.
Cho Kijoung: Ez ê kêfxweş bibim ku bersiva wan bidim.
Şaze: Silav birêz Cho Kijoung, gelo çi hest li bal te çêbû gava te dît ku kesekî Kurd bi Koreyî dipeyive?
Cho Kijoung Dema ez nû hatim Kurdistanê, zanyariyên min ên zêde li ser wê yekê nebûn ku merivên Kurd dikarin bi zimanê koreyî bipeyivin lê gava ez pê hesiyam ku gelek kesên kurd di wî zimanî de pispor in, ez bi rastî matmayî bûm. Ew bi piranî bi temaşekirina dramayên koreyî û stranên Koreyî fêrî zimên bûne. Eşkere ye ku wan pir hewl daye ku fêrî zimanê koreyî bibin. Ez kesên ku xwe fêrî zimanê Koreyî bûne re gelekî spas dikim.
Rûdaw: Ez niha tenê guhdarî dikim, paşê dê bibînim ka çi pirs ji te kiriye, heke pirsên we hebin, bi kurtî bipirsin û bila ew jî bi kurtî bersiva we bide.
Hana: Tu herî zêde ji kîjan bajarê Kurdistanê hez dikî?
Cho Kijoung: Bi rastî, gelek bajar li Kurdistanê hene. Bê guman, ji ber ku ez li Hewlêrê dijîm, bi rastî bajarekî pir xweş e. Bi taybetî cihên ku taybet in mîna Parka Samî. Paşê jî, min çend caran seredana Silêmaniyê kir. Bi rastî, dixuye ku bajarekî pir pêşkeftî ye, xasma li gor min bajarekî pir xweş e. Min çend caran seredana Duhokê jî kiriye. Ez bi rastî bibêjim, bi dîtina min çiya û gundên Kurdan ji bajarên wan xweştir in.
Rûdaw: Eger hûn bikarin, yek ji we bipirse, çunke pirsên min hene û dema min pir kêm e.
Aşna: Birêz Cho Kijoung, tiştên ku di navbera Kurd û Koreyan de hevbeş in, çi ne?
Cho Kijoung: Ev salek heye ku ez li vir dijîm. Bi rastî gelek tiştên nola hev di navbera gelê Kurd û gelê Koreyî de hene. Wekî dema ku stranan dibêjin û wekî xelkê Koreyê pê re semayê jî dikin. Yên ku çûne Koreyê ew yek têbînî kirine ku em di vî warî de pir dişibin hev.
Rûdaw: Baş e, bila ez dilê te nehêlim, tu jî pirsa xwe bipirse, lê jê re jî bibêje ku bi kurtî bersivê bide we, da ku wextê min hebe ku ez pirsên xwe jî bikim.
Geşbîn: Birêz Cho Kijoung, gelo te xwarinên Kurdî ceribandine? Ger te tehm kiribin, hûn kîjanê herî taybet dibînin?
Cho Kijoung: Bê guman, xwarinên koreyî li vir nînin û min dixwest ku hebin. Heta niha cihekî tenê heye ku meriv dikare xwarinên Koreyî li wir biceribîne. Lê min hîna li wir jî neceribandiye.
Geşbîn: Te xwarinên Kurdî ceribandine?
Cho Kijoung: Ji xwarinên Kurdî, bi dîtina min, dolme ya herî xweş bû. Ez jê hez dikim ji ber ku gelek şînkatî tê de heye.
Rûdaw: Gelekî spas, spas ji bo te jî, birêz Konsul, pirseke min li ser berhemên Koreyî li Herêma Kurdistanê heye, gelo niha berhemên Koreyî li Herêma Kurdistanê hene? Hûn dizanin çend kompaniyên Koreyî li Herêma Kurdistanê kar dikin?
Cho Kijoung: Ez nikarim ji te re bibêjim çend şirketên Koreyî li vir in, lê şirketên Koreyî yên herî girîng li vir in, fena LG, Samsung û Dusanê. Navên mezin ên Koreyî û şirketên mezin ên Koreyî li vir in. Wekî hûn dizanin, şirketa Xoşnaw sponseriya vê festîvala çandî dike. Jixwe şirketa Xoşnaw berhemên LG li vir li Herêma Kurdistanê û li seranserê Iraqê pêşkêş dike.
Rûdaw: Koreya bi aştî û aramiya xwe bi navûdeng e. Hûn dizanin ku vêga bi giştî li Iraqê gelek nakokî hene. Eger em werin li Herêma Kurdistanê binêrin, hevrikî pir in. Em çawa dikarin ji aramî, aştî û civata li Koreyê werbigirin?
Cho Kijoung: Wekheviyeke din a di navbera Koreya û Herêma Kurdistanê de ew e ku em jî di şerê navxweyî re derbas bûne û Kurdistan di gelek şerên din re derbas bûye. Me di dîroka xwe de demeke dirêj aştî û aramî parastiye. Tevî rewşa jeopolîtîk a devera me, me kariye û me bi hemî quweta xwe hewl daye ku berî her kesî têkiliyên me yên baş bi hevalbendên me û welatên cîran re hebin. Bi dîtina min pir girîng e ku em bi hemû welatên cîran re têkiliyên baş, têkiliyên dostane biparêzin.
Rûdaw: Birêz Konsul, azadiya raderbirînê û serxwebûna dadgehan li Herêma Kurdistanê bûye cihê gengeşeyê, li Koreya Başûr çawa ye?
Cho Kijoung: Koreya welatek e ku qîmetê dide azadiya derbirînê. Îro, Koreya di cîhanê de wekî hêzeke çandî derketiye holê. Çunke garantîkirina azadiya derbirînê yek ji faktorên herî girîng e di pêşxistina çandê de. Ji ber vê yekê garantîkirina azadiya derbirînê pir girîng e.
Rûdaw: Birêz Cho Kijoung, Konsulê Giştî yê Komara Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê, gelekî spas ji bo beşdarbûna we di Nûroja Rûdawê de, gelekî spas ji bo van ciwanan û (kam semîda) ji bo te û ji bo we jî gelekî spas dikim û bi xêr hatin.
Cho Kijoung: Gelekî spas.



