Rojên dawî yên Şehîd Viyan

22-04-2015
Hîkmet Dûrgûn
A+ A-

Pirsûs/Kobanî (Rûdaw) – Hunermend û şervana kurd Viyan Peyman li Rojavayê Kurdistanê beriya şehdîdbûna xwe derbarê DAIŞê de wiha gotibû: “DAIŞ ji bo Kurdistana serbixwe neyê avakirin, weke nexweşiyeke ser me de rêkirin.”

 

Derhenêrê kurd Reber Doskî ku kliba Viyan Peyman kişandibû, da zanîn wî Peyman li Kobanî naskiribû.

 

Doskî pirsen Rûdawê bersivand û behsa jiyan û nêrînên Viyan Peyman kir.

 

Te Viyan kengî nas kir?

 

Me hevdu Berfanbara 2014ê li bajarê Kobanî nas kir. Cara ewil bû ez çûm Kobanî. Ji sedî 75ê bajêr di bin kontrola DAIŞê de bû. Herwiha wê demê Viyan ji linge xwe birîndar bû.

 

Viyanê derbarê DAIŞê de çi digot?


Viyanê  DAIŞ weke “dijminên  mirovahiyê” dinirxand. Bi taybetî bûyerên li Şingalê, revandina jin û zarokan, firotina jinan bandorek mezin li Şehîd Viyanê kiribû. Viyan hem weke kurdekê û hem jî weke jinekê, ji vê yekê gellekî hêrs bibû. Viyanê digot divê çarenivîsa jinên kurd ne wiha be.

 

 

Viyan hunermend bû, çima tevlî şerî bû?




Viyanê wiha digot: “DAIŞ ji bo Kurdistana serbixwe neyê avakirin, weke nexweşiyeke ser me de rêkirin.” Li Herêma Kurdistanê amadehiyên referanduma ku bo çarenivîsa xwe diyar bikin dest pê kiribûn. Viyanê xwe mecbûr dît li hemû parçayên Kurdistanê ji bo parastina kurdan şerî bike.

 

Wê cîhanek çawa dixwest?

 

Wê cîhanek azad û dilsoz dixwest. Wê dixwest ku pergola (sîstema) dagirker were hilweşandin. Taybetî jî dixwest ku zarok ji şerî dûr û di nava aramiyê de mezin bibin. Wê her dem wiha digot: “Çi yê kê ji ya me zêdetir e? Çima mercên yekî ereb, tirk an jî farisî ji yên min baştir be?”

 

Kengî hatibû Rojavayê Kurdistanê? Bi eslê xwe xelka kû derê bû?

 

Viyan destpêka meha Îlona 2014ê çûbû Kobanî. Bixwe xelka bajarê Maku ya Rojhilatê Kurdistanê bû. Navê wê yê rastî jî Gulistan Talî Cînganlo bû.

 

Viyan çi qasî li Kobanî ma?




Bixwe soz dabû şehîdên Kurdistanê heta ku Kobanî rizgar nebe, ew bajêr terk neke. 26ê Çileyê, Kobanî ji DAIŞê hat paqijkirin. Di Sibata 2015ê ji bo şerê li dijî DAIŞê çûbû herêma Serêkaniyê.

 

Te klîba wê kişandibû...


Ev hem şervan bû hem jî hunermend bû. Lê ne humermendeke jirêzê bû. Wê xwe fedayî gelê Kurdistanê kiribû. Li Kobanî stranek nû amade kiribû. Xebatên me bi hev re başbûn. Wê moral dida kesên derdora xwe.

 

Ji beriya şehîdbûna wê, stranek li ser dixebitî hebû?


Heger wextê wê hebûya stran amade dikir. Ji beriya şehîdbûna 3 rojan min ligel wê axivî. Li eniya şer bû. Ji min re got: Tu dê kengê werî em klîbeke nû bikişînin?” Gelek stranên wê hebûn. Ji bo ku îlham ji hevalên xwe yên şervan, xelkê û sirûşta Kurdistanê distand. Jixwe di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bû. Digot çi zû, çi direng emê çeteyan ji axa Kurdistanê derbixin.

 

Wateya Viyanê ji bo te çi ye?

 

Hezkiriya jiyanê, wêrek, biaqil, jixwebawer, dilovan, îdealîst û fedayiya mirovahiyê bû.

 

Reber Doskî kî ye?

 

Reber Doskî temenê wî 38 e û li Hollandayê zanîngeh qedand. Li Akademiya Fîlman a Amsterdamê perwerdeya sinemayê dît. Fîlmek bi navê “Lokroep” li gundê Beşîr yê girêdayî parêzgeha Êlihê kişand. Fîlma wî çend xelat ji festîvalên fîlman ên navneteweyî wergirt.






Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst