Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê nabe gefek li ser ewlehiya welatên cîran.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku qewareya bazirganiya salane ya di navbera Îraq û Îranê de zêdetirî 10 milyar dolar e û ji sedî 60ê wê di rêya Herêma Kurdistanê re derbas dibe.
Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) bi Nêçîrvan Barzanî re hevpeyvînek kir.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên hevbeş ên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Îranê de axivî.
Li gorî ISNAyê, Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de amaje bi girîngiya pêşvebirina pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de û got:
"Îradeya hevbeş û xwesteka mezin ji bo pêşvebirina têkiliyên aborî heye lê bêguman hin astengî û pirsgirêk li ser rêya vê daxwaza hêja astengî çêkirine."
Serokê Herêma Kurdistanê behsa pirsgirêkan kir û got:
"Hinek astengiyên lojîstîk li deriyên sînorî hene. Divê her du alî, ji bo lezkirina kar û hêsankirina kar û barên gumrik, tevgera bazirganî û veguhastina berheman ji deriyên sînorî tedbîrên pêwîst bi cih bînîn."
Pirs: Serdana Serokkomarê Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê çi bandorek li ser bipêşxistina pêwendiyên siyasî, aborî, çandî û ewlehiyê yên navbera Tehran û Hewlêrê çêkir?
Nêçîrvan Barzanî: Komara Îslamî ya Îranê, cîranê Îraq û Herêma Kurdistanê ye. Me li Herêma Kurdistanê pêwendiyên dîrokî bi Îranê re hene. Serdana birêz Pizîşkiyan a ji bo Herêma Kurdistanê û berî wê jî, serdana min a ji bo Tehranê û hevdîtina bi Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê û rayedarên bilind ên welêt re, qonax û rûpelek nû bû di pêşxistina pêwendiyan de.
Serdana Dr. Pizîşkiyan a ji bo Herêma Kurdistanê cihê dilxweşiya me bû û tekez li ser pêwendiyên dîrokî û çandî yên navbera me kir. Ev yek bû sedema xurtkirina hevkariyên berfireh ên navbera Hewlêr û Bexdayê. Bi taybetî, ji bo gotûbêjên navbera Îraq û Îranê ji bo piştrastkirina îstîqrar û aramiya sînoran û bi giştî herêmê girîng bû.
Di warê aborî de jî çawaniya guherîn û bi pêşxistina hinartin û anîna kelûpelan di navbera her du aliyan de û vekirina rêyên nû ji bo hevkarî û hilberîna hevbeş di beşên cuda de hatin nîqaşkirin. Di warê çandî de, girîngiyeke hevbeş tê dayîn ji bo bi pêşxistina hevkariya zanîngehan, hevkariya zanistî, her wiha guherîn û pêwendiyên çandî di navbera sazî û dezgehên pêwendîdar ên her du aliyan de heye.
Her wiha di warê ewlehiyê de jî tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya sînorên hevbeş, hevahengî û hewlên zêdetir li hemberî metirsî û gefên ewlehiyê hat kirin, bi awayekî ku di çarçoveya berjewendiyên her du aliyan de be.
Pirs: Ew rêkeftin ku di serdana Serokkomarê Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê de hatin kirin, heta niha çiqas hatine bicihkirin? Çawa tên şopandin?
Nêçîrvan Barzanî: Sazî û dezgehên pêwendîdar ên Îraq û Îranê mijûlî çavdêrî û şopandina çawaniya bicihkirina wan rêkeftinan in ku di warên cuda de hatine kirin, wek aborî, ewlehî yan jî hevkariyên çandî.
Salane bazirganiya di navbera Îraq û Îranê de zêdetirî 10 milyar dolaran e ku ji sedî 60ê wê di rêya Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Em dixwazin heta ji me tê û destûr û yasayên Îraqê destûrê didin wê hejmarê zêdetir bikin. Ji bo gihiştina vê armanca girîng, tedbîrên pêwîst tên girtin û di vî warî de hêsankariyên guncaw ji bo bazirganiyê tên berçavgirtin.
Di mijara hevkariya ewlehiyê de, derbarê rêkeftina Îraq û Îranê de, ji bo bicihkirina rêkeftinên ewlehiyê yên navbera her du aliyan, hevahengiyeke berdewam di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê ya li Bexdayê de heye. Digel van hemûyan, bi pabendiyeke temam rê nayê dayîn ku ji axa Herêma Kurdistanê ti tişt gef li ewlehî û aramiya Îranê bike.
Pirs: Bi liberçavgirtina daxwaza dualî ji bo pêşvebirina pêwendiyan, astengiyên li ber vê gavê çi ne?
Nêçîrvan Barzanî: Bi liberçavgirtina vê mijarê, ji her du aliyan ve îradeya hevbeş û xwesteka zêde ji bo pêşvebirina pêwendiyên aborî heye lê bêguman hin astengî û pirsgirêk li ser rêya vê xwesteka hêja pirsgirêk çêkirine. Wekî nimûne, hinek astengiyên lojîstîk li deriyên sînorî hene. Divê her du alî tedbîrên lezgînkirin û hêsankariyê di warê gumrik, tevgera bazirganî û danûstandina kel û pelan de li deriyên sînorî li ber çav bigirin. Her wiha divê li her du aliyan, kertê taybet zêdetir çalak bibe û hêsankarî ji wan re bê kirin, piştgiriya pêwîst ji wan re bê kirin da ku karibin çalaktir û bi bandortir rola xwe bilîzin.
Ji aliyekî din, dibe ku ew sizayên ku li ser Îranê hatine danîn, bandora xwe li ser hevkariya aborî û bazirganî di hin waran de hebe. Her wiha cudahiya di navbera siyasetên gumrikî û darayî yên Bexda û Herêma Kurdistanê de jî bandora xwe heye. Ji bo hêsankirina hilberîn û bazirganiyê, guftûgoyên zêdetir pêwîst in, ku şandeya Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federal li Bexdayê ji bo çareserkirina [cudahiyan] bi guftûgo û danûstandinan mijûl e.
Pirs: Peymanên ewlehiyê gihiştine çi astê?
Nêçîrvan Barzanî: Pêşveçûneke baş di bicihkirina peymana ewlehiyê ya di navbera Îran û Îraqê de tê dîtin. Bexda bi hemahengiya Herêma Kurdistanê û ji bo duristbûna baweriya zêdetir, li ser hemû xalên peymanê kar dike. Di vê derbarê de, gavên cidî ji bo parastina aramî û ewlehiya sînoran hatine avêtin, her wiha mekanîzmayek ji bo çavdêriya wan deveran hatiye diyarkirin da ku rê li ber her çalakiyekê bê girtin ku gef e li ser ewlehî û aramiya Komara Îslamî ya Îranê.
Herêma Kurdistanê pabend dibe û destûrê nade ti komekê ku axa herêmê bike çavkaniya gefan li ser ewlehî û aramiya welatên cîran, bi taybetî Îran. Em berdewam li ser vê mijarê kar dikin ji bo pabendbûna temam bi peymanê û em li gel Bexdayê di hemahengiyê de ne. Ew mijara ji bo me gelekî cidî ye û em girîngiyeke mezin didin têgihiştin û bicihkirina peymanan.
Pirs: Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina peymana ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de çi kiriye?
Nêçîrvan Barzanî: Dezgehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê bi armanca bicihkirina xalên peymanê, wekî valakirina deverên sînorî û danûstandina agahiyên pêwîst, ji nêzîk ve li gel Hikûmeta Federal a Îraqê hemahengiyê dikin. Li sînor pêşveçûn bi rêkarên ewlehî û çavdêriyê hatiye dayîn, da ku rê li ber her çalakiyekê bê girtin ku bandorê li ser ewlehiya sînorên di navbera her du aliyan de dike.
Her wiha di çarçoveya wê peymana di navbera Îraq û Îranê de, hewlên berdewam ji bo pêşvebirina hevkariyên hemû alî li gel Îranê tên dayîn, ji bo bawerbûna ji parastina ewlehiya deverên sînorî û pêşvebirina pêwendiyên dualî, bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be û dilnexweşiyên her du aliyan bên rakirin, ji ber ku parastina ewlehî û aramiya sînoran, erkeke hevbeş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse