HDP: Armanca me tenê windakirina AKP û MHPê nîne

11-03-2023
Karwan Faidhi Dri @KarwanFaidhiDri
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HDP Ebru Gunay
A+ A-

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay têkildarî berbijêrbûna Kemal Kiliçdaroglu ji aliyê Hevpeymaniya Milet ve bo posta serokariya Tirkiyê got: “Di nav Hevpeymaniya Millet de namzetiya Kiliçdaroglu li gor şertên heyî encama herî erênî ye.” 

Ebru Gunay got: “Lê belê ev gotina me nayê wateya ku HDP dê bêşert û merc piştgiriyê bide vê namzetiyê. HDP saziya xêrê, saziya piştgiriya partiyên din nîne. Daxwazên HDPê hene, ger ku ev daxwaz û hebûna HDPê li ber çavan neyê girtin em dê li rêya xwe binêrin.” 

Gunay tekez kir ku ji bo wan ji navan zêdetir krîter giring in û got: “Em belasebeb neyartiya ku kesî û tu navî jî nakin û her wiha belasebeb alîgiriya tu navî jî nakin.”

Berdevkê HDPê Gunay di heman demê de diyar kir ku ji ber erdhejê heta niha berbijêrê xwe Serokkomariyê diyar nekiriye û li gorî şert û mercên nû nirxandinê dikin.

Ebru Gunay bersiva pirsên ji servîsa Îngilîzî ya Rûdawê Karwan Faidhî Drî da. 

Rûdaw: HDP berbijêriya birêz Kiliçdaroglu wek berbijêrê Hevpeymaniya Millet çawa dibîne? Ev yek biryareke biaqilane bû? Dê HDP berbijêrê xwe derbixe yan jî piştgirî bide Birêz Kiliçdaroglu? 

Bêguman civak guherînê dixwaze, demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwaze. Tirkiye ji desthilatdarî û faşizma AKP û MHPê bêzar e. Ev feraseta faşîst bû tofan bi ser civakê de hilweşiya. Ev zihniyet neyartiya Kurdan, jinan, Elewiyan û hemû civakê dike. Ya giring ew e ku em vê zihniyetê têk bibin. 

Di vê çarçoveyê de em ji roja ewil heya niha bangewaziya yekîtiya hêzên demokratîk dikin. Daxwaza me namzetiya hevpar bû. Ji bo vê yekê me nêzikê 2 salan ewilî deklarasyona xwe aşkera kir, me bangewaziya guherîneke demokratîk kir. Em bi xwe, bi gelê xwe, bi siyaseta xwe bawer in. Binêrin dema ku kesî bawer nedikir ku ev îqtidar dê winda bike me bi stratejiya xwe ya 31ê Adarê yanê hilbijartinên herêmî windekirina herî mezin bi AKP û MHPê da tahmkirin. Bi rastî pêvajoya guherîna siyasî jî ji wê rojê vir ve dest pê kiriye û kes nikare pêşiya vê yekê bigire.

Em îro jî di vê merheleyê de ne. Em dê bi AKP û MHPê bidin windakirin. Lê armanca me tenê windakirina AKP û MHPê nîne. Bi vê re em dixwazin ku siyasetek nû ya demokratîk, jiyanek azad li Tirkiyeyê ava bikin. Em dixwazin ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, em dixwazin ku hemû beşên civakê azad bijîn. Hewldana me, tevgera me ev e. Em destûr nadin li cihê ku AKP û MHP winda dike siyaseta berdewama vê faşizmê cardin xwe tahkîm bike û serdest bibe. Civak jî vê yekê naxwaze. Binêrin di nav çend rojên dawî de krîza ku li Enqereyê rû da ev yek bi awayekî aşkera da nîşan. Rastiya stratejiya me û siyaseta me piştrast kir.

Di vê çarçoveyê de em li karê xwe dinêrin, li siyaseta xwe dinêrin. Hewladanên derdorên din yên siyasî dê ji aliyê civakê ve bê nirxandin û tê nirxandin jî. Civak bi awayekî çalak mudaxeleyî siyasetê dike ev yek tiştekî baş e. Lê di nav tifaqa millet de namzetiya Kiliçdaroglu li gor şertên heyî encama herî erênî ye. Lê belê ev gotina me nayê wateya ku HDP dê bêşert û merc piştgiriyê bide vê namzetiyê. HDP saziya xêrê, saziya piştgiriya partiyên din nîne. Xwediyê piştgiriyeke mezin ya gel e, xwediyê siyaseteke diyarkar e û xwediyê îradeyeke bihêz e. Daxwazên HDP’ê hene, ger ku ev daxwaz û hebûna HDP’ê li ber çavan neyê girtin em ê li rêya xwe binêrin. 

Rûdaw: Tu hesasiyeteke HDP’ê li hember Kiliçdaroglu heye? 

Di destpêkê de heya niha me ne nav krîter nîqaş kirin. Ji bo me ji navan zêdetir krîter giring in. Di vê pêvajoya guherîna sedsalê de dê hebûna gelê kurd bê qebûlkirin, dê maf û azadiya civakê bê naskirin yan na? Mesele ev e. Em belasebeb neyartiya ku kesî û tu navî jî nakin û her wiha belasebeb alîgiriya tu navî jî nakin. 

Rûdaw: Eger HDP ji bo Hevpeymaniya Millet bê vexwedin, gelo dê HDP qebûl bike? Eger qebûl bike, dê bi çi şert û mercan qebûl bike? 

Derdê me ne ew e ku em bibin parçeyekî tifaqekî din. Derdê me ne ew e ku li ser maseya 6 alî rûnin. Jixwe tifaqên me hene, em rêya 3yemîn temsîl dikin. Lê belê em dixwazin ku di vê pêvajoya guherîna dîrokî de daxwazên gelê xwe bi wan aliyan re ku dixwazin bibin îqtidar nîqaş bikin. Em dixwazin vê heza xwe ji bo guherîneke demokratîk bi kar bînin. 

Rûdaw: HDPê ji bo serokkomariya Tirkiyeyê tu berbijêrek dîtiye yan jî heta niha gotûbêj nekiriye? 

Piştê erdhejê me diyarkirina namzetê xwe da sekinandin. Ji ber ku êş û azara gelê me li ser her tiştî ye, em hîn ji bo dermankirina birînan dixebitin. Lê di vê demê de ku siyaset ji nû ve tê organîzekirin xebatên me yên di vî warî de dê jî berdewam bikin. Li gor şert û mercên nû em nirxandinan dikin. Gelek heval û dostên me yên ku bikaribin wekî namzetê HDPê derkevin pêşiya civakê hene û amede ne. Lê vê gavê em şert û mercên nû dinirxînin. 

Rûdaw: Li gorî we Hevpeymaniya Millet eger bi ser bikeve dikare bêyî HDPê hikûmetê ava bike? 

Bê HDP’ê û bê Kurdan tu kes nikare guherînê pêk bîne. Pergala bê Kurd ku li ser înkara kurdan hatiye avakirin 100 sal in di nav qeyranê de ye. Herî dawî israra bêkurdbûnê pergalê ber bi faşîzmê ve bir û ev pergal îro bela serê hemû kesî ye. Lewma em dibêjin guherîn bê kurdan, bê HDP’ê, bê demokrasiyê ne mimkun e. Bi ya min hemû hêzên li Tirkiyeyê jî vê rastiyê dizanîn û berê jî ev rastî dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst