Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Komîsyona Parlamentoyê ya taybet bi pêvajoya çareseriyê Saruhan Oluç ji Rûdawê re ragihand ku bêyî amadekirina bingeheke yasayî, bendewariya çekdanînê ne nêzîkatiyeke rasteqîn e.
Oluç her wiha got, "Em bêjin îro hezar kesan çek danîne. Eger ne diyar be ka ev mirov dê çi bikin, kîjan prosedur dê bixebitin û dê çawa tevlî jiyana civakî, siyasî û bazirganî bibin, pêvajo bi tendirustî bi pêş nakeve."
Nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke nû bûn. Ev qonax bi daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a derbarê "çarçoveya yasayî ya ku dê pêvajoya fesihkirina rêxistinê bilez bike" dest pê kir.
Tê çaverêkirin ku ev sererastkirin beriya bêhnvedana Parlamentoyê (di dawiya tîrmehê de) derkeve. Ev qonax hem ji bo paşeroja kesên ku çekan datînin hem jî ji bo berdewamiya pêvajoyê wekî xaleke herî girîng tê dîtin.
Li cem raya giştî ya Kurdan bendewariyên ji bo avêtina pêngavên berbiçav zêde dibin. Di heman demê de bingeha yasayî û naveroka pêvajoyê bûye rojeva herî germ a siyasetê.
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Antalyayê û Endamê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Saruhan Oluç, pêşhatên dawî yên derbarê pêvajoyê ji Rûdawê re nirxandin.
‘Bêyî zemîneke yasayî çaverêkirina çekdanînê ne rasteqîn e’
Saruhan Oluç tekez kir ku siyaset ne bi xwendina niyetê, bi pêngavên pratîk û berbiçav bi rê ve diçe. Oluç got ku bêyî zemîneke yasayî, çaverêkirina çekdanînê ne rasteqîn e û axaftina xwe wiha domand:
"Em bêjin ku îro 1000 kesan çek danîne. Eger ne diyar be ka ev mirov dê çi bikin, kîjan prosedur dê bixebitin û dê çawa tevlî jiyana civakî, siyasî û bazirganî bibin, pêvajo bi tendirustî bi pêş nakeve. Lewra derxistina wê yasaya bingehîn a ku em jê re dibêjin 'Hiqûqa Veguhêz' mecbûriyet e."
Perwerdehiya bi zimanê dayîkê û guherîna destûrê
Saruhan Oluç destnîşan kir ku çareseriya dawî ya Pirsgirêka Kurdan pêdivî bi çarçoveyeke destûrî heye. Wî bal kişand ser cudahiya di navbera mafan de. Oluç diyar kir ku mijara bikaranîna Kurdî ya di qada giştî de bi sererastkirinên yasayî dikare were çareserkirin.
Lê li gorî wî, mafên bingehîn ên wekî perwerdehiya bi zimanê dayîkê tenê bi guherîneke destûrî ya demokratîk û azadîxwaz pêkan e. Oluç ragihand ku divê yasaya çarçove bibe pêngava yekem a vê armancê.
Parlamenterê DEM Partiyê her wiha bal kişand ser berdewamiya qedexeyên li ser Kurdî yên di girtenameyên Parlamentoyê de. Wî destnîşan kir ku ev rewş li pêşiya îradeya çareseriyê û asayîbûnê astengiyeke psîkolojîk e. Lê wî got ku bi guhertina yasayan û rêziknameya Parlamentoyê ev pirsgirêk dikare di demên pêş de were çareserkirin.
‘Divê şertên xebatê yên Ocalan werin başkirin’
Oluç ji bo serkeftina pêvajoyê bal kişand ser rewşa aktorên pêvajoyê jî. Wî diyar kir ku divê rewşa Abdullah Ocalan bi awayekî hiqûqî wekî serdanûstandinkar were pênasekirin. Saruhan Oluç got ku başkirina mercên xebat û jiyana Ocalan û pêkanîna pêwendiya wî ya rasterast a bi rojnameger, akademîsyen û siyasetmedaran re mifteya serkeftina pêvajoyê ye.
Berdana Demîrtaş û Yûksekdagê
Parlamenterê navborî derbarê rewşa girtiyên siyasî de jî bi awayekî zelal axivî. Wî tekez kir ku berdana Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yûksekdag û hemû kesên hilbijartî û endamên Desteya Birêvebiriya Navendî ya HDPyê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) pêwîstiyeke sereke ye. Li gorî Oluç ev yek ji bo çareseriya aştiyane şertekî bingehîn e.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Parlamenter Saruhan Oluç re wiha ye:
Rûdaw: Parlamenterê hêja silav û rêz. Em dê bi we re li ser pêvajoyê biaxivin. Demeke dirêj di ser re derbas bû, di raya giştî ya Kurdan de bendewariyeke zêde ji bo avêtina pêngavan çêbûye. Pêvajo niha di kîjan qonaxê de ye?
Saruhan Oluç: Qonaxa ku pêvajo gihîştiye wê, di rastiyê de qonaxa derxistina wê yasayê ye. Di Parlamentoyê de ev wekî "Yasaya Çarçove" yan jî "Yasaya Taybet" tê binavkirin. Ev, ew çarçoveya yasayî ye ku di beşa 6emîn a rapora Komîsyona Parlamentoyê de hatibû diyarkirin.
Yanî em behsa yasayeke çarçove dikin ku dê paşeroja endamên rêxistina ku xwe fesix kiriye diyar bike. Ev rêxistin ragihandiye ku dê êdî çekan bi kar neyîne, nexwe ev kes dê ji niha û pê ve jiyana xwe çawa bidomînin? Yanî yasayeke çarçove ye ku dê diyar bike ka ew dê çawa tevlî jiyana civakî û siyasî bibin.
Demeke dirêj e em di qonaxa derxistina vê yasayê de ne. Pêwîst e ev yasa li Parlamentoyê were pejirandin. Berê li Tirkiyeyê yasayeke wiha nehatiye derxistin. Lewra pêdivî bi yasayeke nû heye û em di wê qonaxê de ne.
Niha dema em li daxuyaniyên rojên dawî dinêrin, çi daxuyaniyên Serokkomar Erdogan bin, çi jî yên Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bin, em tiştekî dibînin. Ew jî tînin ziman ku em hatine qonaxa derxistina vê yasayê û qonaxa pêkanîna vê xebatê ya di Parlamentoyê de. Bendewarî û xebatên me jî di vî warî de ne.
Rûdaw: Erdogan di civîna dawî ya koma partiya xwe de ragihand ku ew dê "yasaya ku dê pêvajoya fesixkirina rêxistinê bilez bike" di demeke herî nêzîk de pêşkêşî Parlamentoyê bikin. Piştî civînê jî got ku heta ji destê wan were, dê beriya ku Parlamento biçe bêhnvedanê yasayê bînin rojevê. Hûn derbarê vê yekê de çi dibêjin?
Saruhan Oluç: Wiha ye, Parlamento bi gelemperî her sal heta dawiya meha tîrmehê dixebite. Yanî heta hefteya dawî ya tîrmehê. Lewra li pêşiya me nêzîkî mehek heye. Em di wê baweriyê de ne ku divê di nava vê mehê de ev yasa were Parlamentoyê û ev nîqaş li Parlamentoyê pêk were. Me got ku lihevkirina pêşîn a di vê mijarê de gelekî girîng e.
Ji bo peydakirina lihevkirina pêşîn a di navbera partiyên siyasî de, çi desthilat be çi mixalefet, derbarê yasayê de gelek şêwir çêbûn. Dê ji niha û pê ve jî şêwir çêbibin. Me bi AK Partiyê re jî hevdîtin pêk anîn. Em dê di rojên pêş de bi partiyên din re jî bicivin. Em nêzîkatî û pêşniyarên xwe ji wan re dibêjin û guh didin nêrînên wan.
Em girîngiyeke zêde didin van hevdîtin û şêwiran. Çima? Ji ber ku eger ev lihevkirina pêşîn a derbarê vê yasayê de bi awayekî saxlem pêk were, wexta mijar were Komîsyona Parlamentoyê, dê li wir hêsantir û bileztir derkeve. Hem jî di qonaxa Civata Giştî de bi xebateke leztir gihîştina encamê pêkan dibe. Lewra em van hevdîtinan pir girîng dibînin.
Em di vê qonaxê de ne. Wekî ku min got, em dibînin ku çi birêz Erdogan, çi berdevkê AK Partiyê û çi jî rayedarên din ên AK Partiyê, îrade û biryardariya wan di vî warî de heye ku beriya bêhnvedana havînê li Parlamentoyê pêngavekê biavêjin. Em vê yekê baş dibînin. Em hêvî dikin ku di naverokê de jî lihevkirinek çêbibe û yasayeke di berjewendiya me hemûyan de derkeve.
Rûdaw: Di kûlîsên AK Partiyê de tê gotin ku yasa ji 10-11 xalan pêk tê. Di naveroka wê de çi hene? Gelo derbarê yasayê de dan û standinên we bi desthilatê re çêbûne? Di mercên asayî yên xebata Parlamentoyê de bê guman diyaloga we bi parlamenterên AK Partiyê re çêdibe. Gelo di vî warî de agahiyan didin we?
Saruhan Oluç: Ti reşnivîseke nivîskî ya ku pêşkêşî me hatibe kirin nîne. Heta niha tiştekî wiha neqewimiye. Lê me bi AK Partiyê re hevdîtin pêk anîn. Şandeya me ya Îmraliyê jî çû bi wan re civiya. Me li wir hem pêşniyarên xwe û hem jî pêşniyarên birêz Ocalan gihandin wan.
Ka nêrînên wan çi ne, nêzîkatiya wan a derbarê yasayê de çi ye? Nêrînên me çi ne, nêzîkatiyên me çi ne? Me ev hemû bi hûrgilî ji wan re gotin. Me guh da wan jî. Helbet ew dê nirxandinên xwe bikin û bi awayekî nivîskî pêşkêşî me bikin. Heta niha reşnivîseke ku bi awayekî nivîskî gihîştibe destê me nîne.
Rûdaw: Kûlîsên AK Partiyê her tim mercê "piştrastkirin û destnîşankirina çekdanînê" datînin pêş. Nexwe bêyî bingeheke yasayî, PKKyê çawa nêzîkî çekdanînê bibe? Gelo dikare vî mercî bi cih bîne?
Saruhan Oluç: Hebûna vê yasayê bi vî rengî girîng e. Wekî hûn dizanin ez bawer im 11ê Tîrmeha par bû, yanî nêzîkî salek di ser re derbas bû, wê demê li Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan hat kirin. Merasîmeke sembolîk bû lê gelekî girîng bû. Ev di rastiyê de îşaretek bû. Yanî îşaretek bû ku êdî çek nayên bikaranîn. Dê werin şewitandin û îradeya vê yekê li holê ye.
Lê li vir pirsgirêk ev e: Ew roja ku wan çekên xwe şewitandin, hejmara wan 30 kes bû. Lê di encamê de ev ne tenê ji 30 kesan pêk tê, hejmareke pir mezintir heye. Lewra dema çek tên şewitandin yan jî dema bi awayekî zelal tê ragihandin ku dê çek neyên bikaranîn, pirs dertên holê.
Ev kesên ku çek danîne dema bixwazin vegerin dê çawa werin? Dê çawa tevlî jiyanê bibin? Yanî dê çawa tevlî jiyana civakî, siyasî, bazirganî û çandî bibin? Yasaya vê yekê li holê nîne. Lewra dema derbarê avêtina pêngavan de tiştek di destê me de nebe, bi pêşveçûna pêvajoyê bi awayekî aram û tendirust ne pêkan e.
Yanî wê rojê 30 kes bûn. Lê îro em bêjin hezar kes dibêjin "em çekên xwe datînin", nayê zanîn ka ew hezar kes dê çi bikin. Dê kîjan pêngavan biavêjin, kîjan prosedur dê bixebitin, nayê zanîn. Ji bo ku ev diyar bibe, divê yasa derkeve. Dema yasa derkeve, ev pêngav dê bi tendirustî û bi leztir werin avêtin. Hingê mirov dikare encamê bi dest bixe.
Lewra em di qonaxeke wiha de ne. Bi dîtina min, çi dewlet be çi jî şirîkên desthilatê bin, di vî warî de gihîştine nêrîneke hevbeş. Daxuyaniyên hatine dayîn vê yekê nîşan didin.
Ji aliyê hiqûqî ve jî dema em lê dinêrin, derxistina yasayekê û nivîsandina xalên cuda yên derbarê cîbicîkirina wê û ketina wê ya meriyetê de pêkan e. Di hiqûqê de ev pergaleke ku pir tê bikaranîn. Ji ber ku em bawer dikin ev pêkan e, em di wê baweriyê de ne ku divê ev yasa demildest derkeve û ev pêvajoya çekdanînê bilez bibe. Wisa difikirim ku di vê mijarê de, wekî ku min got, hem dewlet û hem jî şirîkên desthilatê di nava vê dema derbasbûyî de gihîştine nêzîkatiyeke zelaltir.
Rûdaw: Li gorî zanyariyên kûlîsan, we pêşniyarî desthilatê kiriye ku "ji bo PKKiyên çek danîne û vegeriyane 5 salan qedexeya siyasî were sepandin". Lê AK Partî û MHP bi germî nêzîkî vê nebûne. Hûn dikarin zanyariyeke wiha piştrast bikin?
Saruhan Oluç: Na, ez nikarim zanyariyeke wiha piştrast bikim. Yanî li ser naveroka yasayê helbet me pêşniyarên xwe yên cuda gotûbêj kirin. Me ew wekî reşnivîseke nivîskî pêşkêş nekir lê me pêşniyarên xwe anîn ziman û parve kirin. Li hemberî van pêşniyaran hîn bersiveke nivîskî ji me re nehatiye dayîn. Lewra ne pêkan e ez vê zanyariyê piştrast bikim.
Rûdaw: Dema mirov li aliyê desthilatê dinêre, wisa tê fêmkirin ku Pirsgirêka Kurdan tenê meseleya çekdanînê ye. Lê mafên ku Kurd dixwazin hene. Wekî mafê nasnameyê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê û mafên çandî... Gelo ev dê di kîjan qonaxa pêvajoyê de pêk werin?
Saruhan Oluç: Niha wiha ye, hinek ji wan mafên ku we jî anîn ziman dikarin di dema pêş de bi sererastkirinên yasayî werin bidestxistin. Lê hinek ji wan mafan, wekî mînak perwerdehiya bi zimanê dayîkê, demokrasiyeke xwecihî ya xurtkirî an jî nasname, ev mijar in ku li Tirkiyeyê pêdivî bi guherîna Destûra Bingehîn heye.
Lewra me her tim gotiye ku çareseriya dawî ya aştiyane û demokratîk a Pirsgirêka Kurdan, çareseriyeke destûrî ye. Ji ber vê yekê, piştî van pêngavên cuda, pêkanîna nîqaşeke destûrî û avakirina destûreke nû xwedî girîngiyeke mezin e. Nîqaşeke destûrî ya demokratîk, azadîxwaz û wekhevxwaz.
Di nava nîqaşeke wiha de, hem perwerdehiya bi zimanê dayîkê, hem nasname û mafên çandî, hem jî mijara demokrasiya xwecihî dê bi awayekî zelaltir werin nîqaşkirin û dê encam werin bidestxistin.
Mijarên ku bi sererastkirinên yasayî dikarin werin çareserkirin jî hene. Wekî mînak bikaranîna zimanê dayîkê ya di qada giştî de, bi yasayan dikare were çareserkirin. Lê em dizanin ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê pêdivî bi guherîna Destûrê heye. Lewra yên ku bi yasayan çareser dibin em dê di dema pêş de bi yasayan çareser bikin. Yên ku nayên çareserkirin jî em dê li ser wan nîqaşa destûrî bikin.
Rûdaw: Gelo ji bo van pêngavan pêvajoyeke amadekariya pêşîn ne pêwîst e? Wekî mînak di rojên derbasbûyî de wekî Koma DEM Partiyê we derbarê jêbirina peyvên Kurdî yên ji girtenameyên Parlamentoyê pêşniyarpirsek dabû. Lê di bersivê de hatibû gotin ku li gorî rêziknameya navxwe divê girtename tenê bi Tirkî bin. Di serdemeke wiha de ku pêvajo û sererastkirinên yasayî tên axaftin, jêbirina çend hevokên hêsan ên Kurdî ji girtenameyan çi bandorê li pêvajoyê dike?
Saruhan Oluç: Helbet rast e, pêngavên wiha, jestên wiha dikarin çêbibin. Lê divê mirov vî alî jî bibîne: Ji bo xebata Parlamentoyê rêziknameyeke navxwe heye. Lewra ji bo avêtina pêngavên wiha, divê di rêziknameyê de jî guherîn werin kirin.
Wekî ku min got ji bo perwerdehiya bi zimanê dayîkê pêdivî bi guherîna Destûrê heye. Hûn dikarin zimanê dayîkê hîn bikin, hûn dikarin dibistanan vekin, lê ji bo perwerdehiya fermî ya bi zimanê dayîkê pêdivî bi guherîna di Destûrê de heye.
Bi heman awayî li Parlamentoyê jî ji bo avêtina wan pêngavan, divê rêzikname were guhertin. Helbet ev hemû mijar in ku dê werin nîqaşkirin. Lê desthilat hinekî ji jestên wiha dûr disekine. Em dîsa jî dem bi dem peyv û hevokên Kurdî bi kar tînin lê sînorekî vê yekê heye. Ji bo ku ev yek hîn normal bibe, divê di rêziknameya navxwe de guherîn were kirin.
Rûdaw: Rewşa birêz Ocalan dê çi bibe? Gelo civak, nexasim raya giştî ya Tirk ji bo ku Ocalan bibe xwedî statuyekê û azad bibe amade ye? Ji ber ku yek ji mercên pêşîn ên we û PKKyê ji bo pêvajoyê ev e.
Saruhan Oluç: Niha birêz Ocalan ji aliyê rêxistina xwe ve wekî serokê dan û standinan ê vê pêvajoyê hatiye ragihandin. Ji destpêkê ve PKKyê bi biryardarî ev yek anî ziman. Em jî wekî DEM Partiyê di wê baweriyê de ne ku birêz Ocalan aktorekî sereke û serdanûstandinkarê aliyekî ye. Em bawer dikin ku ew mîmarê sereke yê vê pêvajoyê ye.
Lewra ji ber vê pozîsyona wî, girîng e ku Ocalan di vê mijarê de bibe xwedî statuyekê. Yanî ji bo pêkanîna aştiyê û ji bo ku ji niha û pê ve ti kes jiyana xwe ji dest nede, çi Kurd be çi Tirk, hewldaneke mezin a birêz Ocalan heye. Ev hewldan ji bo wê yekê ye ku gelê Kurd li mafên xwe xwedî derkeve û hebûna wî bi awayekî yasayî û destûrî were naskirin.
Ji bo ku ew karibe vê hewldanê bi serkeftî bi dawî bike, divê rewşa wî bi awayekî hiqûqî were pênasekirin. Divê mercên wî yên xebat û jiyanê werin azadkirin. Her wiha divê mafên wî yên têkiliyê bên berfirehkirin. Wate ji bo ku birêz Ocalan karibe bi rojnameger, akademîsyen, rûspî û nûnerên partiyên siyasî re bicive û biaxive, divê ev derfet werin dabînkirin.
Helbet ji bo ku pêvajo bi awayekî tendirust bi pêş bikeve, divê derfetên têkiliya bi rêxistina wî re jî çêbibin. Divê rewşa hiqûqî ya birêz Ocalan bibe yasa. Rêyên hiqûqî yên vê yekê dikarin werin dîtin. Tenê bila îrade û biryardariyek hebe.
Rûdaw: Rewşa girtiyên siyasî dê çawa be? Nexasim ji bo berdana Demîrtaş û Yûksekdag ti egerek heye?
Saruhan Oluç: Niha helbet mirov nikare demeke diyarkirî bibêje. Lê jixwe derbarê Selahattîn Demîrtaş de çar caran biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ya "divê were berdan" heye. Ev biryara berdanê ne tenê Selahattîn Demîrtaş, di heman demê de Fîgen Yûksekdag û hemû hevalên me yên ku di Doza Kobaniyê de girtî ne û endamên me yên Rêveberiya Navendî jî li xwe digire.
Lewra divê hevalên me li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê jixwe werin berdan. Ji bilî vê, dema pêvajo bi pêş bikeve û ev yasaya çarçove yan jî "yasaya bingehîn" derkeve, li gorî vê jî divê hevalên me di serî de Selahattîn Demîrtaş û hevalên din werin berdan. Lê wekî ku min got, ji bo me ne pêkan e em dîrokeke diyarkirî bibêjin, em nikarin tiştekî wiha îfade bikin.
Eger pêvajo bi awayekî tendirust bi pêş bikeve, divê ev hemû jixwe pêk werin. Lê eger pêk neyên, mirov nikare bibêje pêvajo bi awayekî tendirust bi pêş dikeve. Em hêvî dikin ev demeke pir dirêj negire. Hem hevserokên me yên hêja Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, hem hevalên me yên din ên Rêveberiya Navendî û hemû kesên me yên ku hatine hilbijartin divê demildest ji girtîgehê derkevin û vegerin ser xebatên xwe yên di qada siyaseta demokratîk de. Şaredarên me jî di nav de ne. Em hêvî dikin ev yek zêde dereng nekeve.
Rûdaw: Birêz Saruhan Oluç, gelekî spas ji bo van zanyarî û nirxandinan.
Saruhan Oluç: Ez jî spas dikim, serkeftinê ji we re dixwazim. Keda we sax be.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
