Di daweta wî de 107 kes miribûn: Zavayê Hemdaniyeyê ji Rûdawê re axivî

01-10-2023
Rîvan Îşu / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rîvan Îşu / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hemdaniye Şewat Dawet Zava
A+ A-

Zavayê Hemdaniyeyê yê ku di daweta wî de 107 kesan canê xwe ji dest dabû bi Rûdawê re axivî.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de 107 kesan canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê lijneyek hat erkdarkirin da ku li cihê bûyerê lêkolînan bike.

Lijneyeke Îraqê li cihê bûyerê lêkolîn kiribû û ragihandibû ku şewat di encama agirbaziyê (fîşekên hewayî) de derketiye.

Lijneya lêkolînê ragihandibû ku şewat ne “bizanîbûn” hatiye derxistin.

Li gorî lijneyê, faktorên wekî “hejmara mêvanan ku nêzîkî 900 kesî bûye” û “qutbûna karebayê” bûne sedema ku gelek kes canê xwe ji dest bidin.

Serokê Lijneya Lêkolînê Sed Falih Kesar Dilêmî diyar kir ku di encama teqînê de 107 kesan canê xwe ji dest daye.

Sed Falih Kesar Dilêmî herwiha destnîşan kir ku 600 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine rizgarkirin.

Tora Medyayê ya Rûdawê, piştî daweta wî bi 5 rojan bi zava Rîvan Îşu re axivî.

Rîvan Îşu, ji şewatê bi birîndarî filitî lê xemên wê rê nadin ku biaxive û gotinên wî di gewriya wî de asê dimînin:

“Tiştek nema, em roj bi roj trajediyeke mezintir dibînin. Roj bi roj qurbaniyên me zêdetir dibin.”

Bûka bêsiûd Henîn qet nikare biaxive û xemên xwe sivik bike.

Zava bi cilên reş ên şînê li kêleka bavê xwe rûniştiye û dibêje, “Çima xwîna wan li ber avê here?”

Rîvan Îşu got ku wî şeva daweta xwe ji malbata xwe 20 kes ji dest dane. Ji malbata bûkê jî 35 kesan canê xwe ji dest daye.

Rîvan 28 salî û nanpêj e, roja dawetê di otomobîla bûkê û zavê de bi kêfxweşî diçûn cihê dawetê bêyî ku haya wan ji çarenûsa wan hebe, “Em gelekî şad bûn, min û bûkê me kilam digotin.”

Rîvanê ku êdî nizanê dê çawa li jiyana xwe vegerê got, “Ev jiyan êdî ne ti jiyan e.”

Beşeke hevpeyvîna Rûdawê ya bi Rîvan re bi vî awayî ye:

Rûdaw: Em dixwazin zanibûn bê ma bûyerê çawa rû da.

Rîvan: Her tişt li ber çavan bû, tu karesatê dibînin. Kesên ku çûn, çûn. Tiştek nîne ku em li ser wan bibêjin.

Rûdaw: Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê îro ragihand ku şewat di encama agirbaziyê (fîşekên hewayî) de derketiye. Gelo tu dê li ser vê mijarê çi bibêjî?

Rîvan: Na, ev rast e. Me divê lijneyeke navdewletî lêkolînan bike û saziyên navdewletî alikariyê bidin me.

Rûdaw: Ji konsulxaneyên biyanî re peyameke te heye? Piştî vê karesatê lijneyên navdewletî dikarin ji bo te çi bikin?

Rîvan: Tiştek nema, em roj bi roj trajediyeke meztir dibînin. Roj bi roj qurbaniyên me zêdetir dibin. Niha jî zavayekî me mir, hîn saetek çênebûye.

Rûdaw: Gelo çare ew e ku hûn Hemdaniyeyê herin? Ku vî tiştî rû nedaba nêta we hebû ku tu û hevjîna xwe herin?

Rîvan: Na, em nediçûn. Eger tiştekî rû nedabe em çima biçin? Piştî me dît ku em êdî nikarin tehemûl bikin em çawa bimînin?

Niha hevjîna min li jûra xwe maye asê, ji mala wê sê kesan canê xwe ji dest da. Deng jê dernakeve, bi zehmetî bi rê ve diçe. Xwe li ber vê êşê nagire, keçeke 18 salî ye.

Rûdaw: Xelk niha çi dibêje? Xelk behsa we dike?

Rîvan: Mala Xwedê ava, xelkê piştgirî da me.

Rûdaw: Xelkê çima hûn tohmetbar kirin?

Rîvan: Kesî em tohmetbar nekirine, xelk gazinan ji xwediyê hola dawetê dike.

Rûdaw: Kesî hûn aciz kirine?

Rîvan: Mafê wan heye, dilê wan dişewite.

Rûdaw: Dema ev karesat qewimî, tu di kû derê ve derketî derve?

Rîvan: Ez di deriyê pêjgehê ve derketim.

Rûdaw: Hinek dibêjin derî girtî bûne, ev rast e?

Rîvan: Deriyên kêlekan girtî bûn, derî şikandin û vekirin.

Rûdaw: Ez dizanim dilê te diêşe lê peyama te ya dawiyê çi ye?

Rîvan: Em mafê xwîna wan kesan dikin ku çûn. Çima xwîna wan li ber avê here? Çima ev mexdûr hema wisa herin? Em wan kesan dixwazin ku ev kar kir, em wan kesan dixwazin ku piştgirî da wan.

Em lêkolînê dixwazin. Em lêkolîneke navdewletî dixwazin, ne ya xwecihî û navendî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst