Xelatên 77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê hatin belavkirin

25-05-2024
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlman a Cannesê Anora Sean Baker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de fîlma derhênerê Amerîkî Sean Baker a bi navê “Anora”yê,  Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.

77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku îsal li bajarê Cannesê yê li başûrê Fransayê hat lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû.

Xelat di merasîma girtinê ya ku îşev li Şanoya Grand Lumiereyê ya li Cannesê hat lidarxistin de hatin dayîn.

Fîlma Sean Baker a bi navê “Anora”yê Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt,

Miguel Gomes jî bi fîlma xwe ya bi navê “Grand Tour” xelata derhênerê herî baş wergirt.

Xelatên 77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê wiha ne:

Xelata Palmiyeya Zêrîn: Anora / Derhêner: Sean Baker

Xelata Juriyê ya mezin: All We Imagine as Light / Payal Kapadia

Xelata Juriyê: Emilia Pérez / Jacques Audiard

Derhênerê Herî Baş: Miguel Gomes / Grand Tour

Lîstikvana Jin a Herî Baş: Selena Gomez, Karla Sofía Gascón, Adriana Paz, Zoe Saldaña - Emilia Pérez

Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş: Jesse Plemons - Kinds of Kindness

Senaryoya Herî Baş: Coralie Fargeat / The Substance

Di beşa Kurtefîlman de xelata Xelata Palmiyeya Zêrîn derhênerê fîlma Nebojsa Slijepcevic a bi navê “The Man Who Could Not Remain Silent” wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst