Şehram Nazirî hêjeyî xelata mafên mirov a Îranê hat dîtin

25-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdarê kurd Şehram Nazirî ku wek “Şuwaliyê Wêje û Hunerê” jî tê binavkirin, ji ber xebatên xwe yên mirovdostane, hêjayî xelata “Peykera Hezkirinê” hat dîtin.

 

Li gorî ajansa ÎSNA ya îranî, serokê baroya parêzerên parêzgehên Kirmaşan û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê Şehab Tecrî ragihand, xelata bi navê “Peykera Hezkirinê” ya mafên mirov a sala 2013an dê pêşkêşî hunermendê navdarê kurd Şehram Nazirî bê kirin.

 

Şehab Tecrî diyar kir, duyemîn merasima dayîna xelata Peykera Hezkirinê ya mafên mirov li Îranê dê roja pêncşema bê (30ê mehê) li bajarê Kirmaşnê bê lidarxistin.

 

Tecrî da zanîn, di merasimê de xelata mafên mirov a sala 2013an dê ji ber xebatên mirovdostane yên hunermendê hêja û navdar Şehram Nazirî pêkêşî wî bê kirin.

 

Serokê baroya parêzerên Kirmaşan û Îlamê her wiha anî ziman ku Nazirî di heyama sala borî de gellek xebat û çalakiyên mirovdostane kiriye û wiha got: “Nazirî, bo alîkariya zarokên gundê Şînawê (Pîranşar) yên ku di bûyera şewatê de birîndar bibûn, konsêrtek da her wiha konsêrtek jî bo nexweşên cozamî yên Mehabadê da, konsêrtek jî bo nexweşên penceşêr û mirovên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hene, da.”

 

Yekemîn xelata Peykera Hezkirinê ya mafên mirov li Îranê pêşkêşî hunermend û lîstikvanê sînemaya Îranê Pervîz Perestûyî hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst