Pirtûka Pêparê Biharê ya Mem Zînistanî ji Avestayê derket

22-04-2025
RÛDAW
Nîşan Pêparê Biharê Mem Zînistanî Weşanên Avestayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Weşanên Avestayê pirtûka nivîskar Mem Zînistanî ya bi navê Pêparê Biharê çap kir.

Pirtûka Pêparê Biharê ya Mem Zînistanî pirtûkeke çîrokan e û ji 104 rûpelan pêk tê.

Nivîskar Rizgar Elegez li ser Pêparê Biharê nivîsî:

“Di edebiyatê de ya ku kameraya hûrbîniya xwe dike ser qadeke tengtir û kûrtir herhal kurteçîrok e. Li wê qadê hest û hizrên piçûktir dijîn û bi hûrbîniya nivîskar zelal dibin.

Ev kurteçîrokên han ew jiyan in, ku Zînistanî kameraya xwe kiriye ser. Caran ew jiyan wekî monologan in, caran jî dengê kesan, hin caran jî kula dil û şayîşên wan in.

Li gel vê jî, zimanekî ji sewt û gewriya karakteran derhatî rengê xwe dide metnê. Ev berhem jî, wekî berhemên din ên Zînistanî, dengê wan jinan e ku jiyan bi wan dilive û Pêparê wan e, ku ti carî xêrê bi wan re nayîne.

Li aliyê din him tiştên edebî û him ên zimanî, wekî qeyd, dikevine nava vê berhemê.

Di vê berhemê de, her wisa kurteçîrokek jî heye ku silavê dide tradîsyona çîroknûsiya Kurdî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst