Helbestvanê Kurd Hadî Behlewî koça dawî kir

18-08-2021
Besam Mistefa
Nîşan Helbestvanê Kurd Hadî Behlewî Rojavayê Kurdistanê Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Helbestvanê Kurd ê navdar Hadî Behlewî îro demijmêr 9ê sibeha roja çarşemê 18.08.2021 li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, piştî nexweşiyeke dûrûdirêj di 73 saliya xwe de koça dawî kir.

Helbestvanê Kurd Hadî Behlewî di 16ê gulana 1948an de, li gundê Girzîn li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû. Hadî Behlewî ji sala 1965an ve dest dest bi nivîsandina helbestan kir û bi herdu zimanên erebî û kurdî dinivîsand.

Behlewî di sala 1967an de, li Zanîngeha Helebê koleja zimanê Erebî xwend û pişt re mamostetiya zimanê erebî li dibistanên Qamişloyê kir.

Hadî Behlewî di sala 2010an de tûşî nexweşiya şekir bû û bînahiya herdu çavên xwe ji dest da, lê heta roja dawî ji temenê xwe her di afirandina helbestan de berdewam bû.

Behlewî sê dîwanên helbestan li pey xwe hiştin bi navê: "Wê Sibe Bê-(2002)", "Ji Dil (2017)" û îsal (2021) dîwana xwe ya herî dawî bi navê "Ristek Janên Hûnayî" belav kir.

Gelek helbestên Hadî Behlewî bûne stran û hunermendên wek: Seîd Gabarî, Beha Şêxo, Adil Hiznî û hin kesên din helbestên wî bi awaz kirin û stran.

Helbestvan Hadî Behlewî "Xelata Mela Ehmedê Palo" di salvegera wî ya duyem de wergirt.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst