Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Şermolayê ku li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê derdikeve, di hejmara xwe ya 29an de dîsa deriyê xwe ji xwendevanên wêjeyê re vedike.
Ev kovar ku bi rengekî serbixwe û bi awayekî demsalî li ser çand û wêjeya Kurdî disekine, vê carê bi hejmareke nû û berfireh li ber destên xwendevanan e.
Hejmara nû ya 29an, di nav 180 rûpelan de xebatên wêjeyî û çandî yên bi zimanên Kurdî û Erebî bi hev re tîne cem hev.
Kovar, bi vê hejmarê hewl dide li ser mijarên girîng ên wêjeyî xasma wêjeya zarokan raweste û giringîya vê wêjeyê li ber çavan raxe.
Dosyaya Hejmarê: Wêjeya Zarokan
Di vê hejmarê de, Desteya Sernivîskariyê çiraya xwe girtiye ser mijarekê ku bingeha paşeroja me ye: "Wêjeya Zarokan li Rojava: Rastî, Astengî û Asoyên Nûjenkirinê".
Armanca vê dosyaya kûr û fireh ew e ku dîroka vê hunerê li herêmê were ronîkirin, astengiyên li ber wê bên destnîşankirin û deriyên nûjenkirinê li ber nivîskarên vê qadê vebin.
Di pêşekiya kovarê de, girîngiya bêhempa ya vê qadê bi vî rengî tê honandin: "Nivîsandina ji bo zarokan ne tenê rêzkirina çîrokan e ji bo derbasbûna demê yan mijûlahiyeke demkî ye; berevajî vê, ew şopeke kûr û gava yekem e di avakirina hişmendiya mirovî û xwedîkirina giyan û hestên wî de di temenê biçûk de."
Desteya Sernivîskariya Şermolayê balê dikişîne ser bandora peyvê ya li ser zarok û dibêje:
"Peyva ku ji bo zarokan tê nivîsandin, tovên bedewî û toleransê di hundirê wî de diçîne, asoya xeyala wî fireh û gencîneya wî ya zimanî dewlemend dike, da ku li gel wî ramaneke rexneyî û heza zanînê ku di tevahiya jiyana wî de bi wî re bimîne, ava bike."
Naveroka beşa Kurdî
Di vê hejmarê de, naveroka beşa Kurdî bi berhemên nivîskar, lêkoler û helbestvanên hêja hatiye xemilandin:
Pêşekî: Zaroktiya Peyvê... û Avakirina Hêviyê (Desteya Sernivîskariyê).
Dosyaya Hejmarê:
· Konê Reş (Wêjeya Zarokan li Beriya Mêrdînê)
· Salihê Heydo (Sirûdeke Zarokan ji Zargotina Kurdî)
· Fîxan Hîmo (Wêjeya Zarokan)
· Berzo Mehmûd (Nûbihara Ehmedê Xanî û Perwerdekirina Zarokan)
· Beşîrê Mele Newaf (Nivîskariya Wêjeya Zarokan)
· Darwîn Darî (Kelepûra Devkî)
Lêkolîn: Nivîseke hêja li ser helbestên klasîk ên Melayê Cizîrî ji aliyê Diyar Bohtî ve hatiye amadekirin.
Rexne û Pirtûk: Xwendineke rexneyî ya Nisrîn Silêman li ser pirtûka "Lekeya Tirsê" ya nivîskar Evîn Teyfûr.
Huner û Şêwekarî: Dijwar Axa bi sernavê Firçeya Rojava... Rengên Zemîn û Rûmeta Mirov derbasî cîhana hunerê dibe.
Wergerandin: Azad Ekkaş bi wergera xwe ya bi sernavê De bi Dîwêr ve, Lavlavka Gurr a Îdaman cih girtiye.
Helbest: Helbestên nazik ên Ciwan Qado (Pisîka Reş) û Luqman B. Yelmaz (Bijî Ala me) di vê hejmarê de cih girtine.
Her wiha, ev hejmar bi tabloyên hunerî yên Luqman Ehmed, Tirad Xelîl, Ebdulxefûr Hisên û Nûrman Hiso ve, wekî tabloyeke rengîn a çandî derketiye pêşberî xwendevanên xwe.
Desteya Sernivîskariyê bi vê hejmarê bang li hemû xwendevanên xwe dike ku beşdarî vê gera çandî ya taybet bibin û hêviya xwendineke xweş û tijî sûd ji wan re dike.



