Elî Tico bi deng, awaz û stranên xwe hêj jî zindî ye

18-02-2017
Besam Mistefa
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Elî Tico Efrîn Hunermend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 5 sal bi ser koça dawî ya dengbêj û hunermendê kurd ê navdar Mihemed Elî Tico re derbas bû. Mihemed Elî Tico yek ji hunermend û sazjenên herî bi navûdeng ê navçeya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bû. Lê nav û dengê wî li her çar aliyên Kurdistanê belav bû û li gelek welatên Ewropayê jî aheng û konsert li dar xistin.

 

Hunermendê kurd Mihemed Elî Tico di sala 1930î de li gundê Hesendêra girêdayî navçeya Şeran a Efrînê ji dayik bû. Elî Tico yek ji hunermendên herî zîrek bû di sazjeniyê de, nexasim vejandina stranên kevn bi sazê.

 

Elî Tico ku du birayên wî hatibûn kuştin, li ber lorîkên dayika xwe eşqa stranan dikeve dilê wî û li ser destê bavê xwe jî fêrî jenîna sazê dibe.

 

Di dawiya salên 1970an de û li ser vexwendina UNESCOyê, Elî Tico wek hunermendekî kurd tevlî festîvalan bû û gelek xelat jî li wir wergirtin û 5 salan li welatên Ewropayê aheng saz dikirin.

 

Tico di hemû cejnên Newrozan de beşdar dibû û di gelek festîvalên kurdî de jî cih digirt. Tico ji ber karê xwe yê hunera kurdî, rastî îşkenceyên hikûmeta Sûriyê hat û gelek caran hate girtin jî.

 

Yek ji taybetmendiyên Tico ew bû ku tevî ku wî bi sedan stranên berê gotine jî, lê bi dehan srtanên nû li ser şopa stranên kevn çêkirine, wek strana Şêx Seîdê Kal ku hin kesan bawer dikir straneke kevin e.

 

Elî Tico wek hunermend û sazjen, gelek stranên kurdî yên kevn pêş xistin û hinek stran ji cem xwe li wan zêde kir. 

 

Elî Tico 104 stranên destanî çêkirine û strana wî ya herî navdar Şêx Seîdê Kal e ku li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Li gor gotina wî bi xwe, ew li ber destê Hesnazî û Ebdê Şeirî fêrî stranan bûye.

 

Li gor ku zarokên wî dibêjin, hunermend Elî Tico 6 caran zewiciye û gelek neviyên wî hene, çi li Rojava û çi li Bakurê Kurdistanê.

 

Li Efrînê, Elî Tico di gelek şahiyan de hazir dibû û gelek gotinên wî bûne metelok û di nav şêniyên Efrînê de belav bûne û wiha ew bû hunermendê herî gelêrî li Efrînê, lê li gelek cihên Rojava û Bakurê Kurdistanê jî tê guhdarîkirin û hezkirin.

 

Di 17ê Sibata 2012an de, Elî Tico di 82 saliya xwe de ji dinyayê bar kir û li gundê xwe Hesen Dêra hat veşartin, lê ew bi deng û awaz û stranên xwe hêj di malên bi hezaran Kurd de zindî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst