Kurdekî tevgereke almanî damezrand

17-10-2013
ZEKİ OZMEN
A+ A-

 

Almaniya(Rûdaw) - Li bajarê Bielefeld yê Almanyayê di bin serokatiya Robîn Fermann de hevgirtineke bi navê "Bürgerbewegung für Zivilcourage – Tevgera Gel a Hişyarî û Xwedîderketina Civakî (BBZ)" hate damezrandin. Di belavoka damezrandina BZZ de hat destnîşankirin ku ewê dest bi amadekirina bernameya hilbijartinên herêmî yên li eyaleta Nordrhein-Westfalên bikin û li bajarê Bielefeldê wekî tevger bi namzetên xwe beşdar bibin.

Herwiha Roosemarie Lange wekî cîgira serokê BZZ û Asya Tastan jî wekî berpirsa kar û barên koçber û entegrasyonê hate ragihandin. Derbarê endamên din ên birêvebir yên ku diviyabûn di çarçoveya rêgaznameya tevgerê de bihatana destnîşankirin jî, di belavokê de tê gotin ku bi armanca cih ji kesên serbixwe, nûnerên olî û çandî yên li Bielefeldê re vekirî bimîne, wan niha ew cih vale hiştine. Derbarê amadekariyên hilbijartina herêmî ya di Gulana 2014ê de jî tê gotin ku BZZ wê heta destpêka salê bernameya hilbijartinê binivîse û pêşkêşî welatiyan bike.

Ji hêla din ve serokê BZZê Robîn Fermann, ku berê wekî nivîskar Fuad Sipan (Akpinar) dihat nasîn, bi daxuyaniyekê diyar kir ku zemîneke saxlem ya partiyên siyasî li Almanyayê nîne û bi sextekarî û derewan jî be, ew partî tenê dixwazin di hilbijartinan de bi ser bikevin. Fermann diyar kir ku di demên derbasbûyî de, dema partiyên nû yên mîna Partiya Pîratan (Die Piraten) û Partiya Alternatîfa Almanyayê (AfD) hatine damezrandin, ew kêfxweş bûye: “Lê belê dema em bi hûrbînî li van partiyan jî dinêrin, cudahiyek di navbera van partiyan û partiyên din ên berê hebûn de nîne“.

Banga cesaretdayinê hat kirin

Di berdewamiyê de serokê BZZê Robîn Fermann tîne zimên ku pêwist e siyaseta alman xwe ji mentalîteya derew, sextekarî û hikûmdariyê dûr bike û wiha pê de çû: “Hemû partî û nûnerên wan xwe wekî demokrat didin nîşandan lê belê demokrasî û rastî du hîmên girêdayî hev in. Gel dixwaze dev ji retorîkên durû were berdan û rastiyê ji devê siyasetvanan bibihîze. Mixabin ji van durûyan têra xwe li bajarê Bielefeldê jî hene. Ji ber vê çendê girîng e ku tevgereke hilbijêran ya nû were avakirin û bi perspektîfên nû cesaretê bide mirovan, ji bo ku bizanibin ew jî ji ya pê agahdar in gellekî bi hêztir in.“

Herwiha serokê Tevgera Gel a Hişyarî û Xwedîderketina Civakî didibêje ku siyaset û siyasetvan ji bêdengiya gel a li Almanyayê ya girêdayî dîroka vî welatî ye sûdê wedigirin. Lê ewê karibin vê yekê vêbiguhêzin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew wekî tevger dixwazin di hilbijartinên herêmî yên 2014ê de ji bo parlementoya bajarê Bielefeldê werin hilbijartin.   Robîn Fermann ji Rûdawê re diyar kir ku ewê hewl bidin ku li herêmên din jî bikaribin beşdarî hilbijartinan bibin.   

Di nava gellek partiyan de cih girtibû

Robîn Fermann ku wekî wergêr dixebite, destpêkê endamê Partiya Sosyal-Demokratan (SPD) bû û dûre jî ketibû nava Partiya Çep (Die Linke). Herwiha wî piştre di nava Die Piraten de cih girtûbû û ji ber îdiayên ku gotinên wî yên derbarê Cihûyan de ziyanê didin partiyê, daxwaza derketina partiyê jê hatibû kirin. Li ser vê yekê ew li dijî van îdiayan derketibû û piştre jî ji partiyê îstifa kiribû. Fermann dûre di nava Partiya Alternatîfa Almanyayê (AfD) de, ku ew demeke kurt bû hatibû damezirandin, cih girtibû lê belê bi îdiaya “deranîna gengeşiyan“ vê partiyê jî jê xwastibû ku ew îstifa bike. Li ser vê yekê wî ji vê partiyê jî istifa kiribû û di meha Hezîranê de diyar kiribû ku ewê tevgereke hilbijêran a bi vî rengî damezrîne. Çav li rê ye ku BZZ wekî gava yekemîn hemû bala xwe bide ser hilbijartina ji bo parlementoya bajarê Bielefeldê. Heta niha gellek caran însyatîf û partiyên bi vî rengî li Almanyayê hatibûn damezirandin lê belê ev cara yekemîn e ku hewldaneke bi vî rengî ji hêla Kurdekî ve tê dayin. 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst