Çîroka hunermendekî Kurd: Ji ber stranekê 31 sal in penaber e

15-12-2024
Hêmin Ebdullah
Hunermend Luqman Cemîl / Wêne: Ji dîmenan
Hunermend Luqman Cemîl / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Luqman Cemîl Rojavayê Kurdistanê Sûriye Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Luqman Cemîl hunermendekî diyasporanişîn e ku bi salan li Almanyayê dijî.

Bi nemana desthilata Beşer Esed pir kêfxweş e çimkî bîranînên wî yên tal li gel serdema bavê Beşar hene.

Gava behsa Qamişloyê jî dike dest bi girî dike.

Luqman Cemîl got:

“Ketina Esed pîroz be, ji ber wê rejîmê 31 sal in ez penaber im. Em Kurd li erdnîgariyeke pir hestyar in.

Vêga pir girîng û pêwîst e ku em bibin yek. Her çiqas ez niha bi nemana rejîma Esed pir kêfxweş im lê ez li ser paşeroja gel û welatê xwe pir nîgeran û dudil im.

Dema ji Sûriyeyê derketim, ez 23 salî bûm. Piştî qedandina Peymangeha Hunerên Bedew li Şamê, bi rastî pir ji Şamê hez dikim.

Min ciwaniya xwe li wir derbas kir. Ez heta dibistana navîn li Qamişloyê bûm lê piştî wê heta min xwendin kuta kir, li Şamê jiyame.”

Luqman Cemîl wiha behsa serboriyekê xwe kir:

“Mixabin wê demê li Sûriyeyê stranbêjî di televîzyonan de qedexe bû. Carekê ez bûm mêvanê televîzyona Sûriyeyê, bernameyeke zindî hebû.

Min biryar da ku ez sûdê ji wê firsendê wergirim û straneke Kurdî bibêjim û min got.

Piştî pênc deqeyan bername hat rawestandin û ez ji sendîkaya hunermendan hatim derxistin û li hemû medyaya Sûriyê hatim qedexekirin û dihatim cemidandin.

Paşê vegeriyam Qamişloyê, ligel birayekî xwe ku vêga li Amerîkayê dijî, me bi hev re 3 salan kar kir, paşê ez zewicîm lê min got divê ez biçim derve û divê zarokekî min jî li Sûriyê ji dayik nebe.

Rabûm ez berî 31 salan hatim Almanyayê û zarokên min li vir çêbûn.

Piştî 18 salan ji mana min a li Almanyayê, sala 2010ê ez bi serdanekê vegeriyam Rojavayê Kurdistanê û çûm Qamişloyê.

Piştî ku ez vegeriyam Almanyayê, şoreşa Sûriyeyê dest pê kir û ez heta îro venegeriyame Sûriyeyê, her çend ez dixwazim vegerim lê nikarim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst